STENBOL - Jinên ku gotin, "Em bi her awayî li dijî OHAL'ê têdikoşin", li dijî OHAL'ê hedefa wan ew e ku, eniya berxwedanê zexmtir bikin. Zeynep Altinkaynak diyar kir ku, OHAL hîn bêtir îstîsmar, şidet û bêkarîtî ye û ew ê mal bi mal bi bigerin û vê rewşê ji hemû jinan re vebêjin.
Çend roj berê meclîsên jinan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) starta kampanyaya "Em jin bi her awayî li dijî OHAL'ê têdikoşin" dabûn û dê di çarçoveya vê kampanyayê de, mal bi mal bê gerîn û ji jinan re wateya OHAL'ê bê vegotin.
Jinên ji bo dawî li OHAL'Ê bê û di civakê de pêkanîna vê hestiyariyê ji her derdorê xwegihandina jinan ji xw ere kirine hedef, wê bi lidarxistina panelan, ji bo bajarên qedexeya derketina derve li wan hatin îlankirin bi piştevaniyî tevbigerin. Wê xebatên hêla aborî yên kampanyayê jî, dê bi lidarxistina kampanyaya "Em naxeritînin" pêk bê. Ji van jinên kampanyayê li dar dixin Zeynep Altinkaynak têkildarî kampanyayê agahî dan.
'HEMÛ MAF TÊN XESPKIRIN'
Altinkaynak operasyonên bi îlankirina OHAL'ê re li dijî hemû derdoran pêk hatin bi bîr xist û got, OHAL rasterast li dijî têkoşîna jinê hatiye îlankirin. Altinkaynak balê kişand ser polîtîkayên necezakirî yên şidet, îstîsmara zayendî û komkujiyê yên li dijî jinan û got, bi OHAL'ê re ev polîtîkayên necezakirî bêtir xwe dane der. Altinkaynak a ku got, "Bi yekîtiya netewî re, her roj pêldariyeke nû ya nefretê li civakê dike" û dest nîşan kir ku, ewil rasterat ev erwş bandorê li ser jinan dike. Altinkaynak wiha domand:"Em ê çawa tevbigerin, em ê çawa rabin û rûnên, em ê li qadên xwe yî kar çawa bixebitin, em ê saet di çenda de biçin malê û derkevin û hwd. bi her awayî li dijî her qadên me mudaxile heye. Ev pêvajo berê jî hebû, lê belê bi OHAL'ê re di bin navê 'em welat xelas dikin', a rast hemû mafên jinan ên bi têkoşîna azadiya jinê hatin bi destxistin tên xespkirin."
‘OHAL HÎN BÊTIR ŞIDET Û ÎSTÎSMAR E'
Altinkaynak anî ziman ku, OHAL tê wateya hîn bêtir îstîsmara zarokan, bêkarîtî û şideta li dijî jinê û ji bo civakê pêdiviya vegotina wê li wana peyda bûye. Altinkaynak anî ziman ku, bi kampanyayê re hedefa wan ew e ku, bala jinên tercîheke wan î polîtîk tune ye, jinên kedkar ên hatine îxrackirin, tenduristkar, rojnamger û hwd. bikêşin û got, ji bo bi dawîbûna OHAL'ê, ew dixwazin eniya berxwedanê bigihînin derdoreke berfireh.
Altinkaynak ji bo hestiyariya civakî bidin der, hin çalakiyên ku ew ê li dar bixin wiha rêz kir:"Li bajarên mezin ên wek Enqere, Edene, Mêrsîn, Îzmît, Stenbol em dixwazin panelê ku derdorên berfireh di xwe de bihebîne li dar bixin û em dixwazin pirsa 'Pirsgirêka me yî beriya OHAL'ê û piştî wê çi bû' bipirsin û nîqaşan bikin. Yek ji stûna kampanyaya me ya herî girîng jî, li bajarên kurdan ên polîtîkayên rûxandinê li wan didomin, bi awayekî zêde pêdiviyên wan hene. Li ser bingeheke rast mebest bi cih anîna van pêdiviya ye. Yek ji qadên bû hedefa êrîşên OHAL'ê jî, qada siyasetê ye. Pergala hevserokatiyê ya di têkoşîna azadiya jinê de îro bala cîhanê dikêşe, herî zêde bû hedef. Em wek jinê ku xwedî li vê derdikevin, israreke me yî em pergala hevserokatiyê teslîmî OHAL'ê nekin heye. Biryareke me yî zelal heye ku, heta parlementerên jin û hevalên me yî rêveberên komeleyan ên girtî, ji wê pozîsyona rehîngirtinê ya dewletê neyên derxistin wê bênavber têkoşîna me bidome."
KAMPANYAYA 'EM NAXERITÎNIN'
Altinkaynak dest nîşan kir ku, merhaleya pêş a kampanyayê yê jî, rêxistinbûyîna kampanyaya "Em naxeritînin" ne û anî ziman ku, di nav hedefên wan de ji nû ve beralîkirina civakê ya ber bi aboriya herêmî ve cih digire.
Altinkaynak li dijî pêkûtiyên OHAL'ê bang li hemû jinan kir û wiha got:"Jinên ku dibêjin bila careke din Şirnex, Nisêbîn, Cizre neyên jiyîn û yên dibêjin em dixwazin serbixweyiya me yî aborî pêk bê, ji bo piştevaniyê bang li hemûyan dikim."