WAN - Hanîfe Guzel a di 14 salên zewaca xwe de her tim rastî şîdetê hat û biryara devjêberdanê da, bêyî guh bide biryara kuştinê ya eşîretê û gefxwarinên hevjînê xwe, niha jiyanê hembêz dike. Guzel dest nîşan kir ku di cîhana serdestiya mêr de tu lukseke jinan a lawazbûnê tune ye.
Çîroka Hanîfe Guzel (35) a li Bît Bazariya Wanê, di nav bi dehan esnafên mêrî de, bi zor û heft bela dikaneke biçûk vekiriye û dixebite, çîrokeke serkeftinê ye. Jiyana Guzel a hîn di 13 saliya xwe de li Çelêya Colemêrgê hat zewicandin, piştî ji ber şideta hevjînê xwe direve û tê Wanê, hema bêje ji sifirê dest pê dike. Guzel a 14 salan zewicî ma û biryara devjêberdanê da, bêyî guh bide biryara kuştinê ya eşîreta wê der barê wê de daye û gefxwarinên hevjînê xwe, niha jiyanê hembêz dike.
‘MIN PES NEKIR'
Guzel a 8 salan her xwest ji hevjînê xwe biqete û 3 zarokên wê ji aliyê hevjînê wê ji dest wê hatin wergirtin û niha ji bo wan têdikoşe wiha dibêje, "Heke jinek bixwaze, dikare derheqê her tiştî de derê" û xwe bi vê hevokê motîve dike. Guzel a di 17 saliya xwe de bû dayik, dibêje wê bi salan li dijî şidetê qet pes nekiriye û bi wêrekî gav avêtiye.
‘MIN HER DIXWEST VEGERIM ZAROKATIYA XWE'
Guzel anî ziman ku, çîroka wê bi pêkûtiyên ku dayika wê jiyaye dest pê kiriye û wiha got:"Belkî jî bi diya min dest pê kir, çimkî diya min bavê min winda kir û li ser vê bi zilamekî bi eslê xwe ji Wanê, lê li Bûrdûrê hostetiyê dikir re zewicî û ez û 3 birayên xwe bi zirbav re jiyan. Dema 12 salî bûm, li bajerekî dûr me diya xwe jî winda kir û apên me, em dubare anîn Çelê. Dawiyê hem bê dê hem jî bê bav, ez û 3 birayên xwe bi tenê man. Xizmên min, ez zewicandim. Ji şeva ku ez zewicîm, her min dixwast vegerim zarokatiya xwe, azadiya xwe, lê nebû."
DER BARÊ WÊ DE BIRYARA MIRINÊ HAT DAYÎN
Guzel a ku ji aliyê hevjînê xwe yî 14 salan pê re zewicî ma şideta rastî wê hat tarîf dike, tiştên piştî reva ji şidetê jiyaye wiha pûxte dike:"Rojekê kêr gihaşt hestî û bêyî ez zarokên xwe wergirim, ji wê malê reviyam. Dizanim, zaf zehmet e, çimkî hem kesê ez pê re zewicîm û hem jî aliyê bavê min wan, ji malbata axayên wê herêmê ne. Di dema devjêberdanê de, hêla hevjîn û bavê min, der barê min de fermana mirinê dan. Piştî ji mala mêr derketim, bi qasî salekê li Çelê, li cem kekên xwe wan mam, paşê min nikaribû li ber nêzîkatiyên wan deran îdare bike û ez hatim Wanê. Ciwan, jinebî û ya herî girîng ez jin im. Tî û birçî mam. Bi dehan car, bi mirinê min gef xwarin, lê bi tu awayî min dev jê berneda. Li Wanê, di 5 salên ji zarokên xwe dûrmayî hem xebitîm hem jî min hewl da, ez dengê wan bibihîsim. Ji bo agahiyê ji wan wergirim têkoşiyam."
‘TENÊ PALPIŞTA MIN ZAROKÊN MIN BÛN'
Guzel anî ziman ku, ew li Wanê bi xebatê re pere dane ser hev, pêşî bûye hevparê dikana telofonan a lê dixebitî û paşê li ser navê xwe dikaneke biçûk vekiriye û wiha domand:"Tenê palpişta min xwegihandina zarokên min bû, ji bo vê xebitîm. Dema li malê bi tena serê xwe dijiyam, ji ber bêrîkirina zarokên xwe, min sê çivîk kirîbûn. Sibê êvarî bi wan re diaxivîm û bi vî awayî min bêrîkirina xwe têr dikir. Hevjînê min ê berê, zarokên min bir Enqereyê û bi dizîka bi rêya telefona cîranê wan, min bi zarokê xwe re diaxivî. Dema kurê min bû 16 salî, li ber her kesî rabû û hat cem min. Dema keçên min lîseyê biqedînin wê werin cem in."
‘WEK YA MIN BI HEZARAN ÇÎROK HENE'
Guzel dest nîşan kir ku, di cîhana serdestiya mêrî de, tu lukseke jinan a lawazbûnê tune ye û wiha got:"Wek ya min çîroka gelek jinan heye. Li vê cîhanê divê her jin têbikoşe." Guzel parve dike ku, li dikana xwe yî cilên bin de, berên bi keda destê jinên ku rastî şideta mêrî tên jî difiroşe.
Nîmet Olmez - dîhaber