AMED - Meclîsa Jinan a DBP’ê encamnameya civîna xwe ya li Amedê, bi raya giştî re parve kir. Meclîsê, xwest bi lezgîn tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û biryara rêxistinbûna giştî dan.
Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), encamnameya civîna 18’ê Kanûnê ya li Amedê pêk hatibû bi raya giştî re parve kir. Meaclîsê mijarên operasyonên siyasî, rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, rêxistinbûna jinê niqaş kirin û li gorî wê biryar girtin.
SALEK E LI DIJÎ DBP'ê OPERASYONÊN QIRKIRINA SIYASÎ HEYE
Meclîsa Jinê di daxuyaniyê de li ser qirkirina siyasî rawestiyan û wiha cih dan daxuyaniyê: "Nêzî salekê ye ku li ser DBP’ê operasyonên qirkirina siyasî hene û bi van operasyonan hewl didin ku partiya wan asteng bikin, Şaredariyên partiya me ku bi vîna gel hatin hilbijartin desteser dikin, hevşaredar bi awayekî dijhiqûqî hatine girtin û ji peywirê hatine kirin. AKP’ê hewldana darbeyê kiriye hincet û êrîşî gelê Kurdistanê dike. Darbeya pêşî 7’ê Hezîranê, bi naskirina encamên hilbijartinê, nasnekirina vîna gel pêk hat. Ev darbe li dijî vîna gel û siyaseta demokratîk hatiye kirin.’’
TECRÎDA LI SER OCALAN
Meclîsê bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîd heye. Tecrîda girankirî ya li ser Birêz Ocalan ku hikûmeta AKP’ê dike, ne çareserî ye. Neçareseriyê bi xwe re tîne. Tirkiye ku vegere ser maseya muzakereyê ya Birêz Ocalan, vegere li projeya çareseriyê dikare ji vê kaosê xilas bibe. Ji bo demokrasiya gelan, azadiyan gelan divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin."
‘RÊXISTÛNBÛNA GIŞTÎ’
Meclîsê di berdewamiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku di vê pêvajoya borî de li Kurdistanê û Tirkiyê jinên ku li dijî êrîşa li ser jinê helwestê nîşan didin, ên ku ji bo siberoja civakê têdikoşin û li dijî polîtîkayên dijdemokratîk tevdigerin, ji hişmendiya zilamserweriya dewletî re bûne hedef û wihia gotin: "Bi taybetî êrîş û nêzîktêdayinên li ser sîstema Hevseroktiyê û wekheviyê ku deskeftiyên jinên Kurd in, hatine nirxandin û biryara rêxistinbûyina giştî hate nîşandan. Meclîsa Jinan a DPB’ê, biryar daye ku di pêvajoya pêş me de, weke ku di tûzeka wê de heye, bi rengê meclîsan wê li bajar, navçe û li navenda xwe, biryar daye ku xwe berfire bike û bi rêxistin bibe.’’
BANGA LI JINAN KIRIN
Meclîsê herî dawî di daxuyaniyê de da zanîn ku polîtîkayên şer ên dewletê, êrîşên bi ser jinan de girantir kirine û wiha got: "Tê xwestin ku jinan di malê de asê bikin. Ji bo vê jî em bang li hemû jinan dikin ku ji bo heqên xwe bi dest ve bînin, di nav têkoşînê de bin.’’