Hosteyên ciwan ên jin tên gihandin

WAN - YAKA-KOOP a li Wanê xebatên xwe dimeşîne, di çarçoveya pêşnûmaya "Di Sektora Turîzmê De Berbelavkirina Îstîhdama Ciwan" de, ji bo doner û kebabê dest bi gihandina hosteyên jin ên ciwan kir.

Kooperatîfa Jiyan, Jin, Hawirdor, Çand û Kargêriyê (YAKA-KOOP) a li Wanê perwerdehiya turîzm, îngilîzî, dîksîyon, kompîtur, muetebîsiya sepandinî da jinên ciwan, vê carê jî di çarçoveya pêşnûmaya "Di Sektora Turîzmê De Berbelavkirina Îstîhdama Ciwan" de, ji bo doner û kebabê dest bi gihandina hosteyên jin ên ciwan kir. Jinên ciwan ên li qursan tên perwerdekirin, wê di dawiya vê pêşnûmayê de wê bîrbiriya pîşeyî ya civakê veguherînin.

JI BO JINAN GAVEKE EWILÎN

Di çarçoveya pêşnûmaya ku tê hedefkirin, wê 30 aşpêj, 30 garson bên gihandin de, xwendekar hem di warê teorîk hem jî di warê pratîkê de tên perwerdekirin. Koordînatora YAKA-KOOP'ê Şengul Dagtekîn behsa armanc û hedefa pêşnûmayê kir û got, ew dixwazin wêdetirî bîrbiriya pîşeyî ya civakê biçin û serkeftinekê bi dest bixin. Dagtekîn anî ziman ku, li gel qursa ji bo jinên ciwan, ew perwerdehiya wekheviya zayendiya civakiyî jî didin qursiyeran û wiha got: "Bi taybetî em îstihdama jinan dikirpînin û girîngiyeke zêde didinê. Loqenteya me yî sepandinî niha ji her kesî re vekiriye û xebatên xwe dimeşîne. Em ê bi vê pêşnûmayê re, gelek hosteyên kebab û donerê yên jinên ciwan bigihînin û wê pişt re bi xwe pîşeya xwe bidomînin."

‘WÊ HOSTEYÊN KEBABÊ YÊN BAŞ DERKEVIN HOLÊ'

Meral Kurekçî ya li loqenteya sepandinî perwerdehiyê dibîne diyar kir ku, ew 7 meh e li YAKA-KOOP'ê dixebite û wiha axivî:" Pêşî ji bo dersên dîksîyonê min liv ir dest pê kiribû, lê paşê derbasî vê loqenteya sepandinî bûm. Em hem di warê teorîk û hem jî di warê pratîkê de, dersên aşpêjiyê dibînin. Di wê abweriyê de me ku, em ê wê bîrbiriya heyî bişkînin û ji vir hosteyên çak ên kebab û donerê bigihînin."