Ji ber berzkirina dirûşmeya 'Tayyîp bireve, jin tên' lêpirsîn hat vekirin!

ÎZMÎR- Jinên ku di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şideta Jinê ya Navnetewî de çalakî li dar xistin, ji ber dirûşmeya "Tayyîp bireve, jin tên", bi tawanbariya "Heqareta li Serkomar" der barê wan de lêpirsîn hat vekirin.

Li Îzmîrê jinên ku bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şideta Jinê ya Navnetewî, li ber Navenda Çandê ya Lemana Alsancakê hatin gel hev, heta Kolana Şehîdên Kibrisê meşeke li dar xistibûn. Jinan di meşê de, li dijî taciz, tecawiz, şidetê, şer dirûşme berzkiribûn. Dirûşmeyên hatin berzkirin wek heqareta li dijî Serokomar hatin nirxandin.

Di lêpirsîna ji aliyê Amîrtiya Şaxa Ewleyiyê ya Muduriyeta Polîsan a Bajêr ve hat vekirin de, dirûşmeyên wek "em îtaet nakin" û "Tayyîp bireve, jin tên" wek delîl hatin nîşandan. Di çarçoveya lêpirsînê de, jinên ku hat tespîtkirin dirûşme berzkirin, ji bo îfadedayînê gazî wan hat kirin.

'EM Ê NEBIN JINÊN MAQÛL ÊN AKP'Ê'

Endama Kolektîfa Jinê Denîz Sû Bîngol a der barê wê de lêpirsîn hat vekirin got, dirûşmeyên wan berz kriiye tu sûcî teşkîl nakin, bi lêpirsînan dixwazin jinên ku li dijî polîtîkayên îktîdarê dertên bêdeng bikin. Bîngol a ku got, "Dirûşmeya 'Teyyîb bireve, jin tên' ne heqareteke li dijî Serokomar e, a rast qîrîna serîhildanê ya jina ye" wiha axivî: "Emê nebin jinên maqûl ên AKP û Tayyîp Erdoganî."

'LI DIJÎ REWAKIRINA TECAWIZÊ, EM SERÎHILDANÊ ZEXM DIKIN'

Tûna Ogûz a der barê wê lêpirsîn hat vekirin jî polîtîkayên jinan ên îktîdarê rexne kir û dest nîşan kir ku, ew ê li dijî dijminên jinan têbikoşin. Ogûz wiha domand: "Ji bo em ji pehînkaran, ji dijminên jinan hesab bipirsin, em li kueçya ne. Em dev ji têkoşîna xwe yî li dijî AKP'ê û dijminên jinan bernedin. Li dijî pehînkaran, kesên tecawizê rewa dikin, em ji kampusan heta kuçeyan serîlhildanê zexm bikin. Heta em azadiyê bi dest nexin, wê serîhildana me raneweste."