Qeyûmê Navenda Jinê SELÎS girt

ÊLIH - Qeyûmê Şaredariya Êlihê Ertug Şevket Ersoy, Navenda Piştevaniya Jinê SELÎS girt û dewrî walîtiyê kir.

Qeyûmê Şaredariya Êlihê Ertug Şevket Ersoy, Navenda Piştevaniya Jinê SELÎS ku ji sala 2005'an heta niha xizmeta derûnî, civakî û şêwirmendiyê li Êlihê dide jinan girt. SELÎS'ê têkildarî girtina Navenda xwe daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku avahiya navenda wan ji aliyê Qeyûmê ve dewrî Walîtiya Êlihê hatiye kirin. SELÎS'ê di daxuyaniye de anî ziman ku navenda Jinê SELÎS'ê di qada derûnî, civakî, tenduristî, koçberî û gelek qadên jiyanê de piştevaniya jinê dikir. Navenda Jinan SELÎS'ê li dijî tundiya li ser jinan jî piştevaniyek mezin dida jinên Êlihê. SELÎS, da zanîn ku piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin û şûnde karê ewil Midûriyeta Polîtîkayên Jinê girt û roj bi roj saziyên civakî û demokratîk bê hêz kirin û rê li pêş xebatên wan girt. SELİS daxuyand ku Qeyûmê avahiya wan a xizmetê dewrî Walîtiya Êlihê kiriye û rê li pêş xebatên ji bo piştevaniya hezaran jinan hatiye girtin. SELÎS'ê herî dawî destnîşan kir ku astengiyên li pêş wan nikarin wan ji xebat û têkoşîna wan dûr bixin û ew dê li her qadê jiyanê xebat û têkoşina xwe berdewan bikin.