TJA: Divê Neçirvan Barzanî lêbûrînê ji jinan bixwaze

AMED - Serokê Herêma Kurdistana Federal Nêçîrvan Barzanî xwest PKK ji Şengalê derkeve û got: “Heke hewce bike em ê hêzê bikar bînin.”

Tevgera Jina Azad (TJA) têkildarî gefa Barzanî xwest rêxistinên jinên Başûrê Kurdistanê li dijî Necirvan Barzanî dengê xwe bilind bikin û helwesta xwe nişan bidin.

Serokê Herêma Kurdistana Federal Nêçîrvan Barzanî 2 roj berê xwest PKK ji Şengalê derkeve û got: “Heke hewce bike em ê hêzê bikar bînin.” Tevgera Jina Azad (TJA), têkildarî daxuyanî û gefa Necirvan Barzanî daxuyaniyek nivîskî weşand û xewst rêxistinên jinan ên Bakurê Kurdistanê li dijî vê bangê helwesta xwe nîşan bidin. TJA, diyar kir ku jina kurd di dîrokê de xwedî hêzek mezin e û heta niha bi têkoşîna xwe gavên dîrokî avêtiye. TJA, da zanin ku DAIŞ û El Nusra, di 3'ê Tebaxa 2014'an de li dijî Şengalê êrîşên mezin pêk anîne û di vê êrîşê de bi hezaran jinên êzîdî ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine revandin û gelê êzîdî rastî komkujiyê hatiye. TJA da zanin ku DAIŞ'ê di êrîşa Şengalê de jinên êzîdî revandine û li bazara koleyan firotine û wiha got: "Sedema êrîşan ên li dijî jina kurd, ji ber ku jina kurd di Rojhilata Navîn de, di pêşengiya guhertina demokratîk û azadiya gelan de cih digire. Tevgera Azadiya kurd ji ber ku li ser esasê têkoşîna jina kurd a şoreşger û azad cih digire.

Di pevajoya ku li dijî Şengalê êrîş pêk hat de PDK'ê parastina Şengalê dikir. Lê PDK'ê li şûna şengalê biparêze li dijî êrîşên DAİŞ'ê Şengal terk kir û reviya. Di 2 salan de ji bo parastina gelê Şengalê û êzîdiyan tu tişt nekir. Ev rastî li ber çavê hemû cîhanê pêş dikeve. PDK'ê heta niha ne ji jinên êzîdî û ne jî ji gelê êzîdî lêborîna xwe xwestiye. Em wekî jinên kurd ji vê helwesta PDK'ê şerm dikin. Em ji ber vê helwesta PDK'ê bi hêrs in. Niha li şûna PDK û Neçirvan Berzanî lêborîna xwe ji gelê kurd bixwaze, niha gefan li hêzên parastina herêmê dixwaze û dixwaze bê xwedî bihêle. Dixwaze Hêzên Parastina Cewherî Şengalê terk bike. Ev banga Necirvan Barzanî sûcê mirovahiyê ye. Em hişyar dikin û dibêjin ku Ev hewldana Barzanî duyemîn hewldana komkujiya Şengalê ye. Di 2014'an de DAİŞ’ê û niha jî Barzanî dixwaze di komkujiyê re derbas bike.

'DIVÊ NEÇIRVAN BARZANI LÊBORÎNÊ BIXWAZE'

TJA, xwest ku neyê ji bîr kirin ku êrişa li dijî jinên êzîdî ên Şengalê li dijî hemû jinên kurd û cîhanê ye û wiha got: "Ji ber vê daxuyaniya Barzanî divê Barzanî ji jinên êzîdî, jinên kurd û hemû jinên cîhanê lêborînê bixwaze. Em bang li Parlamentoya Kurdistanê, Parlamenterên jin û bang li hemû rêxistinên Jinên Başurê Kurdistanê dikin ku helwesta xwe nîşan bidin û êrîşa li dijî parastina rewa dengê xwe bilind bikin. Êzîdî 73 caran rastî fermanê hatin. Fermana 74'an bi saya parastina rewa bi ser neket. Em wekî Tevgera Jina Azad em dê bi jinên Tirkiye û cîhanê re hevpar têbikoşin. Em bang li hemû rêxistinên jinan dikin û dixwazin li dijî vê helwesta Necirvan Barzani helwesta xwe nîşan bidin û dengê xwe bilind bikin. Banga Neçirvan Barzanî dikin ku dest helwesta xwe ya li dijî parastina rewa YBŞ û YBŞ-JIN'ê berde. Em bang li hemû jinan dikin ku hestiyar tev bigerin."