TJA: Aysel Tugluk nûnera yekem a hevserokatiyê ye

AMED (DÎHA) - TJA'yê li hemberî operasyona li dijî Kongreya Civaka Demokratîk û binçavkirina Aysem Tugluk nerazîbûn nîşan da.

Tevgera Jinên Azad (TJA) têkîldarî operasyona li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û binçavkirina Aysel Tugluk nerazîbûn nîşan da. TJA'yê di daxuyaniyê de diyar kir ku binçavkirina Tugluk parçeyekî êrîşên li dijî jinan e. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Dewleta AKP'ê operasyona qirkirinê ya 28 isyan, darbeyên leşkerî, pêkanînên OHAL'ê yê salên 90'an derbas kiriye dimeşîne û piştî operasyonên KCK'ê yên di 2009'an de Kurdistan veguherand kampên temurkuzê yên dîlan. AKP'ê li şûna ku mutabaqata Dolmabahçeyê bike dewreyê, derûdorên demokratîk, jin, ciwan, kedkar, çapemenî, partiyên siyasî, akademiyê li van kampan dîl digire. Dewleta ku qanûna bingehîn a îro jî binpê dike, peymanên navneteweyî rawestandiye niha jî li dijî rêveberê KCD'ê pêla binçavkirinê daye destpêkirin. Hevseroka Giştî ya Partiya Civaka Demokratîk û hevseroka KCD'ê ya yekem Aysel Tugluk nûnera yekem a sîstema hevserokatiyê ye. Em wekî TJA'yê binçavkirina Tugluk êrîşa li hemberî jinan dibînin û dixwazin hevalên me yên ku bi Tugluk re hatine binçavkirin bên berdan. Ji bo vê yekê jî bang li jinan û raya giştî ya demokratîk dikin dixwazin helwesta xwe nîşan bidin û heta hevalên me bên berdan em banga xurtikirina têkoşînê dikin."