SÊRT - Endamên TJA'yê ji bo piştevaniyê ji girtiyên jin û siyasetmedarên jin ên hatine girtin re kartên sersalê şandin.
Li Sêrtê Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo piştevaniyê ji girtiyên jin re kartên sersalê şandin. Jinan ji bo Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê û Parlamentera Sêrtê Besîme Konca ya li Girtîgeha Kandirayê de ye û ji hevserok, parlamenter û girtiyên siyasî yên jin re kart şandin.
Jinan di kartên ku şandin de peyama "Bila sersala nû bibe sala azadî û ya jinê" hat dayîn.