ÊLIH - Jinên hezoyî, ji bo muhtacî pereyê mêran nebin, karê destan çêdikin, li bazarê difiroşin û lêçûnên xwe ji vî pereyî bi cih tînin. Her wiha jin di navbera xwe de çanda pevguherandinê jî jîndar dikin.
Jinên li Hezoya Êlihê dijîn, hem pêdiviyên xwe yî zivistanê hem jî yên havînê bi keda xwe, bi awayekî komunî bi cih tînin. jinên zivistanê tên gel hev û karê honandinê dikin, honanên xwe li Bazara Şemiyê difiroşin. Her wiha jin bi cîranên xwe re jî, bi usûla pevguherandinê pêdiviyên xwe bi cih tînin. Ji van jinan dayika 7 zarokan Şukran Yildiz (34) wiha dibêje: "Li hundurê malê û li derveyî malê jî, yên berxwedêr her tim jin in."
‘EM BI KEDA XWE QEZENC DIKIN'
Yildiz got, wê bi çêkirina şar û çîtan dest bi akrê honanê kiriye û ev 6 sal e jî lûfikan çêdike û wiha axivî: "Ji hevjînê xwe pereyan wernagirim. Dema em ji mêran pereyan dixwazin, tim gengeşî xwe didin der. Ji ber em jin tim rastî rewşeke wisa tên, em honanên keda destê xwe li bazaran difiroşin û pereyê xwe bi xwe qezenc dikin."
‘EM PEREYÊN HONANÊN XWE DI NAV XWE DE PARVE DIKIN'
Yildiz got, ew tevî 7 jinan betanî, gore, çît, lûfik, qazax û hwd. çêdikin û wiha domand: "Jin honanên çêdikin, ji min re tînin. Em wan li cihekî berjev dikin. Em di nav xwe de buhayekî diyar dikin. Em betanî, qazax, lûfik, çîtên çêdikin li bazarê difiroşin. Pereyê bi dest dikeve jî, em li hev parê dikin."
‘YA BERXWEDÊR HER TIM JIN E'
Yildiz a ku got, "Li hundurê malê û li derveyî malê jî, yên berxwedêr her tim jin in" wiha axivî: "Em jin, tu tiştek tune ye ku em niakribin bikin. Ji pêdiviyên nexweşxaneyê yên zarokên me bigirin heta amadekariyên zivistanê, em hemûyan bi cih tînin. Jin, dema hevjînê wê bimire dikare li xwe binere. Lê belê, her tim pêdiviya mêr bi jinê heye. Çimkî, jin berxwedêr e. Dikare pêdiviyên xw, mala xwe bi cih bîne. Mêr tenê karekî dike, jin hezar karî dike. Ya hildiberîne, kedê dide jin e. Em jin, êzingên xwe jî berhev dikin, nanê xwe jî çêdikin."
‘EM ÇANDA PEVGUHERANDIN, PARVEKIRIN Û PIŞTEVANIYÊ BI PÊŞ DIXIN'
Yildiz ragihand ku, ew bi hesta piştevanî û parvekirinê tevdigerin û wiha diyar kir: "Ji dêvla pereyan, em çanda cîrantî û parvekirinê bi pêş ve dixin. Her çiqas em ne li heman taxê bin jî, em li hal û ehwalê hev dipirsin. Em kincên xwe yî kevn navêjin. Em didin kesên pêdiviya wan bi wan heye. Dîsa em zexîre û amûrên kêm, ji dêvla marketan bi usûla pevguherandinê bi cîranan re diguherînin. Li vir em wê çanda pevguherandin, parvekirin û piştevaniyê bi pêş dixin."