MEREŞ- Ji hosteyên tekstîlê yên Elbîstanê Sûltan Çîftçî wiha got: "Bi qezenckirinên ji vî karî ez pêdiviyên xwe bi cih tînim. Min dikan, mal û wesayît kirî. Bçyî xebatê tu niakrî qezenc bikî, xebitim û min qezenc kir. Ji ber min bi xw eqezenc kiriye, li gor dilê xwe xerc dikim. Ne li gor hevjînê xwe, li gor xwe dijîm."
Li Taxa Cûmhûriyetê ya Elbîstana Mereşê, hosteyên tekstîlê yên jin, li dikanên vekirine hem pereyan qezenc dikin, hem jî ciwanan dikin xwedî pêşe. Jinên ku havînan rûlihêf, çarşef, taximên pîkeyan, perdeyan û eşyayên cihêzî çêdikin, zivistanan jî ji be rkar tune ye bi tamîratê debara xwe dikin. Rabîa Karataş diyar kir ku, havînan karê wan baş e û wiha got: "Em rûlihêfa du kesiyî bi 100, ya yekkesî bi 50 TL'yî didirûn. Em metreya perdeyan li gor qalîteya xwe di navbera 10-12 TL'yî de, pîke bi 300 TL'yî û çarşefan jî li gor modelê di navbera 100-200 TL'yî de didirûn." Her wiha Karataş anî ziman ku, li gel vê jî ew di warê lêçûnên av, elektrîk û kirê de tengasiyan dijîn.
‘JI BO MUHTACÎ KESÎ NEBIM DIXEBITIM'
Dayika 3 zarokan Rabîa Karataş (38) a 20 sal e hosteya tekstîlê ye anî ziman ku, wê berê li malê karê dirûnê dikir û ev 6 salên dawî ye li dikana vekiriye karê xwe dike. Karataş diyar kir ku, li gel rewşa kar nebaş e jî ew neçar in bixebitin û wiha got: "Ji ber qezayekê, ez di meşê de zehmetiyan dikêşim. Divê ji be rpirgsirêkên xwe yî tenduristiyî nexebitim. Lê belê ji be rşert û mercên jiyanê û ji bo muhtacî kesî nebim, mecbûr im bixebitim." Karataş balê kişand ser zema hatiye ser malzameyên ew bi kar tînin û wiha got: "Vê zivistanê, li gel şert û emrcên hewayê, ji ber zemên hatin kirin jî her diçe karê me kêm dibe. Li cem min xebatkarên min jî hene. Ji be rkar nebaşe, niakrim sîgortaya xwe razînim. Ji ber vê niakrim ya xebatkarên xwe jî razînim." Karataş dest nîşan kir ku, wê heta niha 6 hosteyên jin gihandine û ji vana 2 jê ji xw ere cihê kar vekirine û got, ev rewş wê kêfxweş dike.
‘LI GOR XWE DIJÎM'
Dayika 3 zarokan, hosteya tekstîlê Sûltan Çîftçî (42) jî, pîşeya xw eyî di zarokatiyê de hîn bûbû 16 salan li Almanyayê û ev 8 sal e jî li Elbîstanê li dikana xwe didomîn. Çîftçî diyar kir ku, ew her cure dirûtinêd ikin û wiha axivî: "Jin, mêr ferq nake. Em her cure kincî didirûn. Bi qezenckirinên ji vî karî ez pêdiviyên xwe bi cih tînim. Min dikan, mal û wesayît kirî. Bçyî xebatê tu niakrî qezenc bikî, xebitim û min qezenc kir. Ji ber min bi xw eqezenc kiriye, li gor dilê xwe xerc dikim. Ne li gor hevjînê xwe, li gor xwe dijîm. Heke hevjînê min be, wê sînordar bike, lê belê niha pirsgirêkeke min î wisa tune ye. Min ev pîşe hînî keça xw ejî, hînî kurê xwe jî kir. Niha ew jî li gel min dixebitin. Em tevî zarokên xwe vê dikanê dixebitînin. Ji ber havînê kar zêde ye, em di ber re nagihên. Ji ber vê, ez havînê karkeran digirim."
‘TIŞTÊN EM DIDIRÛN TEKÛZ IN'
Çîftçî wiha behsa pîşeya ku li gund ji diya xwe hîn bûye kir: "Min ev pîşe, li gund dema biçûk bûm, bi dirûtina kincên extiyar hîn bûm. Ji 12 saliya xwe ve ez vî karî dikim. Ciwan bêtir kincên hazir tercîh dikin, lê yên extiyar û navincî dev ji van kincan bernadin. Lê belê, tamîrata ciwanan jî zêde heye. Kincên dikirin, ji bo kinkirin, tengkirinê tînin. Kincên hazir, li gor yên em didirûn erzantir in, ji ber vê ciwan bêtir wan tercîh dikin. Û carinan rengê ew dixwazin li cem me peyda nabe. Lê helbest kincên em didirûn, li gor yên hazir biakrhînertir û têkûztir in."
Haci Yûsûf Topaloglû-dîhaber