AMED - Li mezrika Înanoz a girêdayî Gundê Kufriyê yê Çinarê, karkera demsalî Meral Tokûr a 19 salî 'întihar' kir. Li navçeyê di salekê de 4 jinan 'întihar' kir.
Navçeya Çinarê ya Amedê di demên dawî de zêde bi nûçeyên 'întiharê' dikeve rojevê. Li navçeyê herî dawî di 242ê kanûnê de, li mezrika Înanoz a girêdayî Gundê Kufriyê, Meral Tokûra 19 salî 'întihar' kir. Tokûr a ku hat îdiakirin întihar kiriye, ji ber rewşa wan î aborî nebaş e, tevî malbata xwe wek akrekra demsalî 3 mehan li Eskîşehîrê man û piştî cegerê bi rojekê, hat îdiakirin ku întihar kiriye.
PIŞTÎ JI KAR VEGERIYA ÎNTIHAR KIR
Tokûr ya xwendina xwe ya seretayî û navîn li gund temam kir, ji ber xizan in havînan tevî malbata xwe wek karkera demsalî diçû rojavayê Tirkiyeyê dixebitî. Tûkûr a ji mecbûrî dev ji dibistanê berda, herî dawî tevî malbata xwe ji bo karê çandina şitlan çûbû Eskîşehîrê. Piştî 3 mehan, di 23'yê kanûnê de ji Eskîşehîrê vegeriya û întihar kir. Tûkûr a di 24'ê kanûnê de tevî malbata xwe taştê xwar û danê nîvro bêyî kes lê hebe, li odeyekê hat derpêşkirin ku întihar kiriye û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye. Piştî bûyerê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsîn hat destpêkirin û cenazeyê Tokûrê piştî akrên otopsiyê li goristana gund hat definkirin.
Dayika Tokûr a di şînê de hêstir dibaranadin got, tu pirsgirêkeke keça wê tune bûye yan jî wan ferq nekiriye û anî ziman ku, hîn jî ew di şokê de ne.
JI BO ÇI JIN ÎNTIHAR DIKIN?
Li Çinarê, di sala 2016'an de bi giştî 4 jin întihar kirin û jinek jê jî hewl da întihar bike. Ji vana zaroka bi navê Z.Ç. a 17 salî li navenda navçeyê hewl da întihar bike, lê hat xelaskirin. M.D. a 16 salî jî wek karkera demsalî li rojavayê Tirkiyeyê dixebitî. Di meha tîrmehê de bi tivingê întihar kir û jiyana xwe ji dest da.
Dîsa dayika 7 zarokan H.T. a 42 salî jî xwe daliqand û jiyana xwe ji dest da. H.T. jî wek karekra demsalî dixebitî.
Dîsa çend roj berê, G. ya 11 salî jî ku tevî malbata xwe li sêwazê wek karkera demsalî dixebitî û dema vegeriyan navçeyê rastî îstîsmara zayendî tê û ducanî dibe. G. a welidî, tevî pitikê li saziya hêvişandinê ya zarokan hat bicihkirin.