'Em ê di kesayeta jinan de tola mirovahiyê ji DAIŞ'ê bigirin'

RAQQA- Jinên Raqqayî yên ku ji ber zilm û zordariya DAIŞ'ê 3 sal berê reviyan û tevlî YPJ'ê bûn, niha di çepera herî pêş a Pêngava Xezeba Firatê de cih digirin. Jinên di eniya şer de cih digirin diyar kirin ku ew ê di kesayeta jinan de tola mirovahiyê ji DAIŞ'ê bigirin.


Pêngava Xezeba Firatê ku ji hêla Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) ve ji 9 hêzên ji pêkhateyên cuda pêk tê hatiye dest pê kirin, bi pêşveçûna şervanan berdewam dike. Pêngava ku ji du milan ve dest pê kiriye, heta niha 5 gund û mezra hatine rizgarkirin. Di piraniya hemleyan de ku şervanên YPJ'ê bi tililî û dirûşmeyên xwe yên azadiyê di eniya herî pêş de bûn, di vê pêngavî de jî bi heman hêstî me wan di çepera herî pêş de didît. Bêguman di vê pêngavî de ku piraniya şervanan ji Raqqayê ne, jinên ku 3 sal berê ji ber zilm û zordariya DAIŞ'ê reviyane niha di nava YPJ'ê de şerê azadiyê dimeşîn in. Nûrşîn Qeramo (Kurd) û Şêrîn Reqa (Ereb) yek ji van jinan in.

'XWESTIN JINÊN DI MALBATA ME DE LI BAZARAN BIFIROŞIN'

Dema gundê El Wahed hate rizgarkirin, wek e endamê ragihandinê dema ji bo nûçeyê em gihiştin gund, du jinên li ser Doçkaya 23,5 (Ya li ser wesayîtê) dikeniyan dît. Di nîqaş, henek û kêfxweşiya wan de diyarbû ku derba yekemîn wan li çeteyan xistibûn û wesayîtekî teqemeniyê ya çeteyan dema xwe amade kiribû xwe di şervanan de biteqîne, beriya bigihije hedefa xwe teqandibûn. Şervana YPJ'ê Nûrşîn Qeramo, destpêkê fedî kir ji qamerayê re biaxive, lê di encama israra me de serpêhatiya xwe vegot. Nûrşîn Qeramo, wiha got: "Dema destpêkê ew kincreş ango çeteyên DAIŞ'ê Raqqayê dagir kirin, ji talaniyê bigire, serjêkirina mirovan, hema ya kesan bi gumana alîkariyê YPG/YPJ'ê dikin tewanbar dikirin û îşkenceyê li wan dikirin. Avêtin ser mala me jî, piştî îşkenceyê li bav û birayê min ê biçûk kirin, xwestin jinên malbata me, bibin bazarê de firoşin. Ji bo em dem qezanc bikin me got em Ereb in, ji ber vê yekê destpêkê destê xwe nedan me, piştre me bihîst ku dê careke din werin, piştî 2 rojan, hema tiştên ser xwe em çûne Girê Spî. Ez wî tirsî û hovîtiya ku li ser gel kurd û ereban dikirin jibîr nakim. Ji ber vê yekê jî ez tevlî YPJ'ê bûm."

Nûrşîn Qeramo, hêrsa xwe jî bi van gotinan anî ziman: "Ji ber vê dema min bihîst dê hemleya rizgarkirina Raqa çêbibe, ez kêfxweş bûm û ji bo ez tevlî bibim min pir israr kir. Her wiha ji bo ez bêm çepera herî pêş jî pir israr kir. Ji ber ku ez dixwazim di vê pêngava ku dê di kesayeta jinan de tola hemû mirovahiyê ji wan çeteyan bê girtin bibim."

'EM JI BANGA GELÊ KURD Û EBEB ÊN RAQQAYÊ RE BIBIN BERSîV

Şêrîn Reqa jî ku eslê xwe ji Reqayê ye, piştî DAIŞ'ê bajarê wan dagir kir, ew reviyane Minbicê, ji wir jî hatine Bajaroka Sirînê ya Kobanê. Şêrîn Reqa jî, destnîşan kir ku malbata wan jî di alê koçberiyê de ji DAIŞ'ê zilm û zordariyê dîtine û ev tişt gotin: "Me di hêla koçberiyê de zor zahmetiyên pir mezin dît. Piştî êdî ji hêla hêzên azadiyê ve hemleyan bajaran dikirin, hêviya min xûrt bû. Ji ber vê yekê ez jî tevlî YPJ'ê bûm. Ev salek zêdetir e tevlîbûme. Niha ez pir kêfxweşim ku di Pêngava Xezeba Firadê de me û di çepera herî pêş de me. Ligel ez li ser sîleha doçkayê me jî derbeya pêşî min hevala xwe li çeteyan da. Dema me gule li wesayîta wan a teqemeniyê hingavt, me tilîlî kişand. Ji ber ku me di kesayeta jinan de tola hemû mirovahiyê wergirt. Em ê Raqayê rizgar bikin û em dê bibin bersiv ji banga gelê kurd û ereb ên li Raqqayê re.