Polîsên ku tacizkar berdan, bi paş ve gav avêtin!

DENÎZLÎ - Li Denîzliyê, di sibeha 25’ê kanûnê de li nav kolanê Erol Dîkmen jineke ciwan a xwendekara zanîngehê tacîz kiribû. Polîsên Navenda Polîsan a Kinikliya Denîzliyê ên piştî îfadedayînê Dîkmen berdan, vê carê bi paş ve gav avêtin û Dîkmen sewqî dadgehê kirin.

Li Denîzliyê di sibeha 25’ê kanûnê de li nav kolanê Erol Dîkmen jineke ciwan a xwendekara zanîngehê tacîz kiribû. Piştî polîsên Navenda Polîsan a Kinikliya Denîzliyê Dîkmen berda bûn, dîhaberê di 28’ê kanûnê de bi nûçeya sernavê ‘Polîsên tacizkar berdan, ji jina rastî tacizê hat, ‘Çi karê te li kuçeyê heye?’, bûyera tacîzê xistibû rojevê. Piştî vê hat zanîn ku, polîsên heman navendê vê carê bi paş ve gav avêtine.

Endama Tora Piştevaniya Jinê ya Narê ya Denîzliyê Merve Bal wiha got: “Duh bi şev Navenda Polîsan a Kinikliyê, saet li dor 01.00’ê li jina rastî tacîzê hat geriyan û jê xwestin were navendê. Polîsan ji jina ciwan re gotiye, ‘Me dîmen dîtin. Erol Dîkmen jî dîmen qebûl kirin. Me jî ew sewqî dadgehê kir.’”

‘POLÎSAN BI PAŞ VE GAV AVÊT’

Bal ragihand hîn jî, Dîkmen nehatiye girtin, lê belê pêvajoya zagonî dest pê kiriye û wiha axivî: “Em ê şopdarê vê bûyerê bin. Bi qasî me fêm kiriye, polîs ji tacîza li raya giştî xwe da der, tirsiyane. Beriya bibe rojev, me ev dîmen nîşanî polîsan dan, lê ji hevala me ya rastî tacîzê hat re gotin, ‘ Çi karê te saet di 06.30’î de li kuçeyan heye? Tew tu jê re bişiriyiyî jî.’ Piştî bû rojev, polîs bi xwe dîmen dîtine û bi paş ve gav avêtin. Em ê şopdarê vê bûyerê bin.”