Helbesvaneke 80 salî

RIHA - Xandê Evdilkadir a 80 salî ku ji Kobanê di nava êşan de mazin bûye û êşên dayika xwe daye ser milê xwe û ji keça xwe re mîrate hiştiye, hestên van êşan bi helbest û gotaran vedibêje.

Dayika 80 salî Xandê Evdilkadîr ku hemû temenê wê di nava jan û êşan de derbas bûye, hest û êşên xwe bi pênûsê li ser pişta helbestan neqişandiye. Xandê Evdilkadîr ku êş û janên dayika wê derbasî wê bûne û keça wê jî di nava heman êş û janan de dijî, hemû êş û serpêhatiyên xwe bi riya rist û helbestan li ser kaxizê dineqişîne. Xandê Evdilkadir a bi helbestan êş û jana xwe nemir dike, diyar kir ku wê êşên xwe nivîsandiye û wiha got: "Ez bûm şahid ku çawa dayika min rastî êşên giran hatin. Ez di nava tundî û êşan de mezin bûn. Mixabin niha keça min jî di nava êşan de mezin dibe. Min êş û hestê xwe kir helbest û li ser kaxizê neqişand.

TUNDIYA MÊR A LI DIJÎ DAYIKA XWE TUNDÎ NAS KIR

Evdilkadir diyar kir ku ew bû şahid ku dayika wê çawa rastî tundiya mêr hat û wiha got: "Dayika min li Rihayê dijiya. Berê sînor tune bûn. Dayika min li Helebê dibistan dixwend. Bi tirkî di axivî. Fêrî erebî bû û mamostetî kir. Bavê min ji gundekî Kobanê bû. Dayika bin bi zorê bi bavê min re hat zewicandin. Bavê min li dijî xwendina jinan û pêşketina jinê bû. Destûr neda ku dayika min mamostetiyê bike. Her çend bavê min destûr neda ku ez bixwînim jî, diya min bi zorê ez dam xwendin. Min di 8 salî de dest bi dibistanê kir. Min tenê perwerdehiya erebî dît. Her çendî bavê min zilmek mezin li diya min kir jî dayika min xwedî rolek mezin bû. Bavê min hewî anî ser diya min û dîsa zewicî. Piştre dayika min nexweş ket û jiyana xwe ji dest da. Ez demekê bi dizî diçûm dibistanê. Min cilê malê bi ser cilê dibistanê de li xwe dikir û piştî ez ji gund dûr diketim min cilê xwe diguhert."

'EM LI DIBISTANÊ TENÊ 5 XWENDEKARÊN JIN BÛN'

Evdilkadir, anî ziman ku ew li dibistanê tenê 5 xwendekarên jin bûn û wiha got: "Em 2 kurd, 2 ereb û 1 xirîstiyan bûn. Hin bîranînên min ên ez ji bîr nakim hene. Hin caran bi saetan ez li pişt deriyê kilîtkirî dimam û bavê min bi dayika min re şer dikir.

GER EZ NEHATAMA ZEWICANDIN DÊ BÛBÛMA BIJÎŞK

Evdilkadir, da zanîn ku di 16 saliya xwe de bi xapandinê hat zewicandin û wiha got: "Ger ku destûr bidana xwendina min ez dê bibûma bijîşka jinê. Ez xwendekarek serkeftî bûm. Min heta pola 6'an bi piştgiriya dayika xwe dibistan xwend. Pismamê min ê Cizîrê ez xwestim. Lê heta ku dayika min sax bû destûr neda. Piştî dayika min çû ser dilovaniya xwe pismamê min hat ez çend rojan li xwe kirim mêvan. Ez mehekê li mala wan bûm mêvan. Li wê malê bi mara mele ez zewicandim. Piştre ji min re got tu hevsera pismamê xwe ye."

HEVSERÊ WÊ JIN WEKÎ HERIYÊ DITÎT


Xandê Evdilkadir, anî ziman ku hevserêwê yê jin wekî heriyê ditît hebû û wiha berdewam kir: "Ji bo ez êşê xwe ji bîr bikim min gelek dixwend. Piştî zarokê min mezin bûn, ez li gel zarokên xwe çûm Reqqayê û min zarokên xwe li wir da xwendin. Min û zarokên xwe dest ji hevserê xwe berdan û em çûn li Rahqayê man. Di sala 1982'an de hevserê min mir. Min gustîlên xwe firot û min zevî kirî. Min li wir xanî çêkir û li wir mam.

KURÊ MIN 15 SALÎ TEV LI PKK'ê BÛ

Evdilkadir, da zanîn ku kurekî wê hêj 15 salî bû tev li PKK'ê bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Kurê Ahmet (Hamza) hêj 10 salî bû parti nas kir û 15 salî bû tev li PKK'ê bû. Di sala 1994'an de li Qilebanê şehît bû. Min nekarîbû cenazeyê kurê xwe bigirim. Kurê min şehît bû û nizanim li ku hatiye definkirin.

'MIN OCALAN DÎT'

Evdilkadir, anî ziman ku di sala 1995'an li Helebê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hatin cem hev û li wir ew nas kir û wiha got: "Yek ji bîranînê min ê herî xweş naskirina Ocalan e. Girseyek pir mezin hebû. Hemû bêdeng bû. Carekê min dît ku Serok hat. Hat beşdarî konferansê bû. Wê demê ji min re digotin Xandewane Kurda. Min got Ey Serok, çima ji vir şehît dernakevin? Wî jî ji min xwest li vir xebatê bikim û zarokên xwe tev li xebatê bikim. Gelek kesan ew nedît û şehît ket. Lê min Serok dît û ez pir kêfxweş im."

Min di sala 2000'an de çîrokên jiyana xwe bi navê kod di kovar û rojnameyan de weşand. Min çîrokên jinên sûyirê nivîsand. Min hem çîroka xwe û hem jî cîroka jinê sûriyê nivîsand. Ez ji bo Şervanên PKK'ê yên ji bo axa xwe şer dikin û şervanên Abdullah Ocalan dinivîsim. Min ji bo kurê xwe Ahmet ê şehît ketiye nivîsandiye. Ez hemû êşên xwe û serpêhatiyên xwe dikim helbest. Em wekî jinek Sûriyeyî êdî dixwazin li ser vê axê azadî û aştî pêş bikeve.
Ez bawer dikim ku dê rojek bê her kes li axa xwe vegere û azad li ser axa xwe bijîn. Ez bang li welatiyên koçî Ewropa dikim û dibêjim yên xêra wan ji welatên wan re tune be tu tamê ji jiyanê nabînin"