‘Biryara Jacqueline li Tirkiyeyê divê di dozên parastina cewherî de bibe mînak'

STENBOL - Jinên li Tirkiye xwest, efokirina jina bi navê Jacqueline Sauvage ku li Firansa parastina cewherî kir û hevserê xwe kuşt û ji aliyê Serokomarê Fransayê Hollande ve hat berdan, li Tirkiye jî wekî mînaka parastina cewherî bê dîtin û qebûlkirin.

Li Firansayê jina bi navê Jacqueline Sauvage ku parastina cewherî kir û hevserê xwe yê 47 salan kuşt û hat girtin, ji aliyê Serokomarê Firansayê François Hollande ve bi efoyê hat berdan. Li Tirkiye jî yên parastina cewherî pêk anin û hevserê xwe kuştin hêj girtîne, Li navçeya Yalvaçê ya Îspartayê di sala 2012'an de Nevîn Yildirim hevsere xwe Nurettin Gider ê çek lê kişand kuşt. Nevin Yildirim hat girtin û rastî cezayê muebbetê hat. Di 10'ê tîrmeha 2014'an de jî Yasemin Çakal hevserê xwe yê li ser wê tundî pêk anî kuşt û niha ew û zarokê xwe girtî ne. Darizandina wan jî didome. Têkildarî vê rewşê hat xwestin ku Tirkiye Firansayê ji bo xwe wekî mînak nîşan bide.

Endama Mor Barikatê Dîlek Başalan, diyar kir ku jinên wate û girîngiya parastina cewherî fêr dibin êdî vê yekê li her derê tînin ziman û bi her kesî re parve dikin û wiha got: "Li Tirkiye hikûmet her sal bi guhertina zagonan dijminantiya jinê kûr dike. Em pergala mêr a ku dispêrin me qebûl nakin. Em li pişt hevrêyên me yên jin radiwestin û tevî wan dengê xwe bilind dikin. Zext û tundiya li ser jinan tê meşandin nayê qebûlkirin."

‘LI TIRKIYE TIŞTÊ WISA NE PÊKAN E'

Ji jinên kedkar Nurten Karahanci jî diyar kir ku li Firansayê jina ji bo mafê xwe yê parastinê bikar anî ji aliye Hollande ve hat berdan û li Tirkiye tiştekî wisa ne pêkan e. Karahanci, xwest mînaka li Fransa ji bo Tirkiye jî emsal bê dîtin û wiha got: "Kujerê Çilem Dogan dikare serbest bê darizandin. Li welatê me dewleta ku tundiyê li ser hemû endamên Hêzên Şoreşa Demokratîk a Yekbûyî û hemû rojnameger, akademisyen, jin, ciwan û hemû kesên muxalif pêk tîne, hem efo nake û hem jî li şûna efoyê kujeran serbest berdide. Faşizma li Tirkiye ji bo hebûna xwe berdewam bike, li ser hemû beşên civakê zorê pêk tînie. Ji jinên ku li mafê xwe digerin wan dişîne malê û ji wan re dibêje 'Biçin li malê kar bikin û zarokan çêkin' Em jin vê yekê qebûl nakin û mafê xwe biparêzin.

DIVE PARASTINA CEWHERÎ BIBE EMSAL

Ji Jinên Yeryuzu Aylin Kaplan jî anî ziman jinên ji hemû çîn, bawerî, nasnameyan rastî tundiyê tên. Kaplan xwest êdî hemû jin ji vê yekê re bêjin bes e û mafê xwe yê parastinê xurt bikin. Kaplan, mînaka Jina Firansî Jacqueline bi bîr xist û xwest Tirkiye efokirina wê ya ji ber mafê xwe yê parastina cewherî pêk anî emsal bibîne. Kaplan, da zanîn ku wekî Jacqueline li Tirkiye jî gelek jin ji ber mafê parastina cewherî bikar anîn hatin girtin û xwest jinên li Tirkiye mafê xwe yê parastina cewherî bikar anîn, bên efokirin û berdan. Kalpan xwest mafê parastina cewherî bê qebûlkirin û wiha got: "Ji bo em mafê xwe yê parastina cewherî bi dest bixin em dê têkoşîna xwe berdewam bikin.