Li herêma Egeyê di saleke de 48 jin hatin qetilkirin

ÎZMÎR - Komîsyona Jinê ya ÎHD'ê di rapora binpêkirinên mafên jinan a 2016'an aşkera kir de daxyand ku 68 jin îstismar û êrîşa zayendî hatine 48 jin jî hatine qetilkirin.

Komîsyona Jinê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê li avahiya komeleyê rapora binpêkirinên mafên jinan a 2016'an de aşkera kir. Endama Komîzyona Jinê ya ÎHD'ê Mîne Çetînkaya diyar kir ku di 2016'an de bîlançoya şîdetê ya herêma Egeyê giran e.

48 JIN HATIN QETILKIRIN

Çetînkaya destnîşan kir ku li herêma Egeyê 68 jin rastî îstismar û êrîşa zayendî hatine, 48 jin hatine qetilkirin, 48 zarok rastî îstismarê hatine, 2 jin rastî tehdîdê hatine, kuştinekî nifrînê û zarokek hatiye kuştin. Çetînkaya got ku zimanê îxtidara siyasî û çapemeniya zayendperest şîdeta li hemberî jinan zêde kiriye û wekî ku normal nîşan daye.

'NECEZAKIRIN BAWERIYA LI HEMBERÎ EDALETÊ KÊM DIKE'

Çetînkaya destnîşan kir ku di dozên têkîldarî şîdet û kuştinên li hemberî jinan de ji ber ku ceza bi hinceta "texrîk" û "rewşa baş" tên kêmkirin sûc bûceza dimîne ev yek jî baweriya li hemberî edaletê kêm dike li aliyê din jî dibe sedama zêdebûna şîdeta li hemberî jinan.

'OHAL'Ê RÊXISTINBÛNA JINAN HEDEF GIRT'

Çetînkaya da zanîn ku bi KHK'ên ku bi OHAL'ê re hatin derxistin 370 rêxistinên civakî yên sivîl hatin girtin di nava wan de gelek saziyên jinan hene. Çetînkaya wiha axivî: "Bi girtina komeleyan ve rêxistinbûn û têkoşîna jinan hat hedefgirtin."

'EMÊ TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN'

Çetînkaya destnîşan kir ku şîdeta li hemberî jinan li dijî mirovahiyê sûv e û ew ê li dijî hemû polîtîkayên şîdet û cudakariyê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin.