‘Li vî bajarê wek Şehrîbanê bi dehan jin hene'

WAN - Nûnerên rêxistinên jinan ên li dijî girtina malên strandinê yên girêdayî Navenda Jiyanê ya Jinê ya Rojînê yên ji aliyê qeyûmê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin ve pêk hat, bertek nîşan dan. Nûneran Şehrîban Dînç a çend roj berê ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin bi bîr xist û wiha gotin: "Li vî bajarê wek Şehrîbanê bi dehan jin hene."

Li Wan a ku Şehrîban Dînç (24) ji aliyê hevjînê xwe yî 7 salan rastî şideta wî dihat hat kuştin, hefta borî malên girêdayî Navenda Jiyanê ya Jinê ya Rojînê, ji aliyê Walî Îbrahîm Taşyapan ê wek qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bû hatin girtin. Li ser vê, nûnerên rêxistinên jinan bertek nîşan dan û wiha balê kişandin ser girtina dê rîskan bi xwe re bîne: "Li vî bajarê wek Şehrîbanê bi dehan jin hene."

‘ŞEHRÎBAN JÎ WEK DÎLEKÊ NEHAT PARASTIN'

Seroka Komeleya Jinê ya Wanê (VAKAD) a bi KHK'ê hat girtin Songuş Ozunver diyar kir ku, li ser 5 biryarên dûrxistinê yên dadgehê jî Şehrîbanê nehatiye parastin û dest nîşan kir ku, jinên li bajêr rastî heman şidetê tên jî heman tiştî dijîn. Ozunver got, Şehrîban Dînç a di 24'ê kanûna 2016'an ji aliyê hevjînê xw eve hat kuştin, wekî Dîlek Ozîster (32) a di 29'ê kanûna 2015'an de ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin nehatiye parastin û wiha got: "Dîlekê jî bi heman awayî giliyê xwe ragihandibû polîsan, lê polîsan jê re wiha gitibû, 'êdî bes e ji destê te, tu her tim têyî, here êdî.' Çi bû? Pişt re Dîlekê wek Şehrîbanê hat qetilkirin. Diyar e, tevdîr nehatine girtin. Dikaribûn Şehrîbanê tevî zarokên wê li maleke strandinê bi cih bikin û biparêzin."

‘KOMELE HATIN GIRTIN ŞIDET ZÊDE BÛ'

Ozunver dest nîşan kir ku, girtina komeleyan wêrekî li mêran şidetê disepînin peyda kiriye û balê kişand ser girtina VAKAD'ê. Ozunver anî ziman ku, OHAL bi xwe re şidet jî aniye û wiha axivî: "Ji bo her jina rastî şidetê tê, xeterya mirinê didome. Lê binihêrin bi awayekî eşkere dibêjim, di vê pêjayoyê de wiha gefan li hevjînên xwe dixwin, 'Binêr VAKAD jî hat girtin, hûn ê biçin kuderê? Êdî ew jî nikare we biparêze.'"

‘AGAHÎ NADIN JINÊN SAZIYAN'

Ozunver dest nîşan kir ku, bi girtina malên girêdayî Navenda Jiyanê ya Jinê ya Rojînê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê jin bi mirinê re rû bi rû mane û wiha got: "Çi ji jinên li malên strandinê bû, em nizanin. Çimkî jin an jî sazî nayên agahdarkirin. Li cihê qeyûm tayînê wê hatiye kirin, diyar bû dê ev bibe."

‘JI DÊVLA DÛRXISTINÊ DIVÊ PARASTIN HEBÛNA'

Endama Kooperatîfa Jiyan, Jin, Hawirdor, Çand û Birêvebirinê (YAKA-KOOP) Gulmay Gumuşhan jî ji dêvla biryara "dûrxistina ji malê" ya der barê kujerê Şehrîbanê de hat dayîn, diviya Şehrîbanê li mala stargehî bihatana bicihkirin û parastin. Gumuşhan wiha axivî: "Dema jin ewil rastî şidetê tên, nizanin dê rastî encameke wisa giran bên. Çimkî kuştin ji wan re wek îhtimalek dûr tê. A rast, dema mirov lê dinihêre kuştin, ji bo her jineke rastî şidetê tê heye. Lê ji ber tu cihekî ewle yê dê jin zarokên xwe lê biparêze û debara xwe bike tune ye, jin jî nikarin biryarên teqez werbigirin. Jin di gelek warî de mexdûr in."