STENBOL - Komeleya Jinê Gokkuşagi ya hate girtin 13 salan bênavber bi rêgeza renginiyê piştevaniya jinan kir. Ji damezirenerên komeleyê Nazmiye Ulker diyar kir ku têkoşîna jinan bi mohrkirinê nayê astengkirin.
Di demên dawî de komeleyên jin, zarok, alîkarî, hiqûq, çan û hunerê jî di nav de 370 komele hatin girtin. Di nava komeleyên ku hatin girtin de herî zêde jî komeleyên jinan balê dikişîne.
Kongreya Jinên Azad, Komeleya Piştevaniya Jinê ya Panayir a Bursayê, Komeleya Jinê ya Ceren, Komeleya Jinê ya Gokkuşagi, Komeleya Banê Jinê ya Mûşê, Komeleya Selîsê û gelek komeleyên jinan hatin girtin. Saziyên ku alîkariya jinên rastî şîdetê tên dikirin ji destên jinan hatin girtin, gelek projeyên jinan nîvco man. Ligel vê yekê jî jinan diyar kirin ku têkoşîna wan bi mekanan sînorkirî nîne ew ê bêhtir xurt bibin û peyama mohran nas nakin dan.
'ARMANC JINAN JI QADAN DÛRXISTIN E'
Di nava komeleyên ku hatin girtin de Komeleya Jinê ya Gokkuşagi ya li Stenbolê di 2003'yan de hatibû vekirin jî heye. Piştî biryara girtinê ji bo xwedîlêderketina komeleyê jinên ku çûn avahiya komeleyê ya li Taksîmê ji bo parastina komeleya ku ked dane nobet jî girtin. Bi avakirina komeleyê arnamc xurtkirina piştevaniya jinan bû. Rêgera piranî û rengîniyê ji xwe re esas girt û ji bo di warê hişmendiya zayendî pêş bikeve xebatên xwe meşand.
Nazmiye Ulker a ku ji destpêkê heta niha di nava xebatên komeleyê de cih digirt li hemberî girtina komeleya wan a ku bi kedeke mezin bi zehmetiyan avakirina nerazîbûn nîşan da. Ulker anî ziman ku bi biryara girtinê ve desteftiyên jian hatiye hedefgirtin û armancekî din jî jinan di nava rolên "dayîkbûn" "hevjiniyê" de hepskirin, jinan ji qadan durxistin e."
'TÊKOŞÎNA JINAN BI MOHRKIRINÊ NAYÊ ASTENGKIRIN'
Ulker destnîşan kir ku têkoşîna demdirêj a jinan bi mohrkirin û girtinan ve nikare bê astengkirin ligel mohrkirinan dê bêhtir xurt bibe. Ulker herî dawî diyar kir ku têkoşîna wan bi mekanan sînorkirî nîne di bin navê komeleyê de nebe jî ew ê meşa xwe ya demdirêj bidomînin.