AMED -Aktivîsta TJA'yê Ayşe Gokkan diyar kir ku, bi qetilkirina jinên siyasetmedar ên li Parîs û Silopiyayê dixwazin peyamê bidin jinên kurd û wiha got: "Qetlîamên li Parîs û Silopiyayê pêk hatin, tu ferq di navbera wan de tune ye. Bi mirina Omer Guney re dixwazin delîlan reş bikin."
Di ser qetilkirina siyasetmedarên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemezê de, 4 sal derbas bûn lê hîn jî kiryar û berpirsiyar dernektine holê. Di sêyemîn salvegera qetilkirina Cansiz, Şaylemez û Doganê de vê carê jî li Silopiyaya Şirnexê, di dema "qedexeya derketina derve" de Endama Meclîsê ya DBP'ê Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir û endama KJA'yê Fatma Ûyar hatin qetilkirin.
‘XWESTIN DÎPLOMASÎ, BERXWEDAN Û CIWANTIYA KURDAN BI HEV RE QETIL BIKIN'
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan diyar kir ku, li parîsê kuştina 3 jinên kurd komployeke navnetewî ye û wiha got: "Dema mirov li bûyerê dinihêre, eşkere ye ku ji aliyê kê ve hatiye kirin. Sakîne Cansiz, di têkoşîna azadiyê de xwedî cihekî girîng bû û li zindana Amedê li dijî pergala faşîst berxwedaneke mezin dabû der. Bi qetilkirina Sakîne, Leyla û Fîdanê re xwestin peyamekê bidin me. Xwestin dîplomasî, berxwedan û ciwantiya kurd tev de qetil bikin."
'BI MIRINA OMER GUNEY RE DELÎL HATIN REŞKIRIN'
Gokkan diyar kir ku, ew wek jinên li herêmê dixebitin şopdarê bûyerê ne û wiha got: "Ji ber di bûyerê de tiliya dewleta tirk heye, bi awayekî aşkere nayê daxuyandin. Em dewleta tirk, ji windakirina 17 hezar mirvên kiryarên wan diyar dizanin. Di bûyerê de tiliya gelek dewletan heye. Em dizanin bûyer ji aliyê hêzên navnetewî ve hatiye kirin." Gokkan balê kişand ser bersûcê bûyerê Omer Guney ê bi awayekî mirî hat dîtin û diyar kir ku, ew ji mirina Omer Guney a beriya rûniştina dozê pêk hat bawer nakin û dixwazin bi vê rewşê ser delîlên bûyerê reş bikin.
'DI NAVBERA HER DU QETLÎAMAN DE TU FERQ TUNE YE'
Gokkan wiha domand: "Ev jin bûn pêşengên me. Pêşeng û rêberên azadiya jinê ne. Di navbera qetilkirina bûyera Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyarê û ya 3 jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin de tenê 4 roj ferq heye. di navbera her du qetlîaman de jî tu ferq tune ye. Çawa ku Sakîne li zindana Amedê li ber xwe da, Sêvê jî bi heman awayî li zindana Amedê li dijî pergalê li ber xwe da. Pêşengên têkoşîna azadiya jinê Sêvê, Pakîze û Fatmayê bi heman awayî hatin qetilkirin. Divê demildest berpirisyarên van bûyeran bên darizandin. Dixwazin hemû delîlên bûyeran reş bikin. Lê em şahidên bûyerê ne, em ê qethiyen destûre nedin ku bên reşkirin. Aşkerekirina kujer û hêzên bûyerê wê rotaya berxwedana me be."
'KOMKUJIYEKE BI ZANBÛYÎ BÛ'
Mamosteya zimanê kurd Leyla Bagatir jî diyar kir ku, qetilkirina jinan êrîşa li dijî nasnameya jinê ye û wiha got: "Her sê jinên şoreşger remza têkoşîna li dijî feraseta mêrî ya serdest bûn. Bi zanebûyî hedef hatin girtin. Komkujiyeke sîstematîk bû. Ji ber vê naxwazin bûyer aşkere bibe. Bi mirina Omer Guney re, dixwazin dosyeya bûyerê bi temamî bigirin. Lê belê, di dest me de tiştek heye, em ê wek jinên kurd şopdarê bûyerê bin."
'OMER GUNEY BI ZANEBÛNÎ HAT KUŞTIN'
Alîgira Hevserokatiya Giştî ya DBP'ê Fatma Gul jî diyar kir ku, her 6 jin bi zanebûyî hedef hatin girtin û hatin qetilkirin û têkidlarî bersûcê bûyerê Omer Guney ê bi awayekî mirî hat dîtin jî wiha got: "Tetikêşê bûyerê Omer Guney, bi awayekî zanebûyî ji holê hat rakirin. Bi kuştina Omer Guney re, xwestin hevkariya qetlîamê ya Fransa û Tirkiyeyê aşkere nebe û bûyer di tarîtiyê de bê hiştin."