NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedara kurd a li Girtîgeha Kirman a Îranê girtî ye 6 roj in dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Li gorî nûçeya malpera Mafê Mirovan a Hengavî, girtiya Kurd Sûheyla Mînayî ya li Girtîgeha Kirman a Îranê tê girtin, ji bo nerazîbûna li hemberî îşkence û bêrêziya gardiyanên girtîgehê, 6 rojin dest bi greva birçîbûnê kiriye. Sûheyla Mînayî ya 27 salî ku ji bajarokê Dîwanderey bajarê Sine yê ye, zêdetir saleke di Girtîgeha Kirman a bajarê Kirman a Îranê deye. Sûheyla Mînayî di sala 2015'an de piştî şeş mehên binçavkirinê, ji aliyê Dadgha Şoreş a bajarê Sinewe li ser îdiaya peywendiya wê li gel partiyek mûxalif heye, 3 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn û piştre şandin Girtîgeha Kirman.
Di girtîgehên Îranê de her roja diçe grevên birçîbûnê zêde dibin. Di vê mehê de Areş Sadqî, Seîd Şêrzad, Hesen Restgarî Mecîd, Aso Rûstemî, Resûl Herdanî, Kemal Hesen Remezan û hejmarek din a girtiyan dest bi gireva birçîbûnê kirine. Di heman demê de rewşa tenduristiya van girtiyên siyasî xirab dibe.
Gelek ji van girtiyan ji bo derxistina dengê xwe yê nerazî beramberî şêweyê cezakirinê û kiryarên dijî mirovahiyê yên berpirsên girtîgehan, di girtigehê de dest bi greva birçîbûnê kirine.