Jinên Enqereyî: Devlet bi rêve nabe hêzê dide êrîşkaran

ENQERE - Jinên Enqereyî diyar kirin ku xwe li Tirkiye di ewlehiyê de nabîne û wiha gotin: "Em nikarin li kolanan bimeşin. Êdî bes e. Divê li dijî van bûyeran em têkevin nava tevgerê. Dewlet li şûna ceza bike diparêze û hêzê dide êrîşkaran.

Li navçeya Etimesgutê ya Enqereyê di 4'ê Çile de di otobusa taybet a rêwiyan de jinek rastî destdirêjiya ajokarê otobusê hat. Li dijî vê yekê bertek û nerazîebûn didomin. Jinên Enqereyî bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ji ber hiqûq tune ew xwe di ewlehiyê de nabînin. Jina bi navê Nazli Avci, diyar kir ku ji ber polîtîkayên hikûmetê tundî û destdirêjiya li ser jinê zêde bûye û wiha got: "Rewşa heyî nîşan dide ku Tirkiye çiqas bûye berate. Sedema vê yekê jî ji ber ku êrîşkar nayên cezakirin. Ji ber "Halê Baş" êrîşkar hêzê ji êrîşan digirin. "

'DIVÊ DEST JI BERXWEDANA PASÎF BÊ BERDAN'

Jina bi navê Berfu Boyraz ku di heman rêgehê de diçe û tê jî bertekên xwe anîn ziman û wiha got: "Divê êdî jin ji vê rewşê re bêjin bes e. "Bila kes nebêjie 'ev nayê serê min' û bêdeng nemînin. Divê her kes li dijî vê yekê înîsiyatifa xwe bikar bînin û bêjin bes e. Divê hesabê vê yekê bê pirsîn. Divê em dest ji çalakiyên bêdeng û basif berdin."

'TU TIŞT EWLE NÎNE'

Jina li nêzî cihê bûyerê Irmak Tosun, jî bertekên xwe anîn ziman û wiha got: "Tu tişt û tu der ewlehiyê nade. Ez xwe di ewlehiyê de nabînim. Em êdî nikarin li kolanê bimeşin. Dema em diçin malê em li pişt çep û rastên xwe dinerin."

‘DEWLET NIKARE BI RÊVE BIBE'

Tosun, da zanîn ku rayedarên hikûmetê nikarin dewletê bi rêve bibin û wiha got: "Roj bi roj em bêtir paşve diçin. Dixwazin azadiya hemû jinan ji destê wan bigirin. Divê jin li dijî vê yekê têkevin nava tevgerê. Dewlet nikare bi rêve bibe. Ev yek hêz û wêrekiyê dide êrîşkaran."

Jina bi navê Funda Aslan jî ani ziman ku ew xwe di ewlehiyê de nabîne û bertekên xwe yên li dijî hikûmet û dewletê anî ziman.

‘EM JI HALEKÎ KETIN HALEKÎ DIN'

Jina bi navê Eda Şahîn jî anî ziman ku ew heta saetên derengê şevê maşîneyên civakî bikar tîne û wiha got: "Em her dem rastî tacîza ajokarên mêr ên peyv û çavan tên. Lê niha em ji vî halî dikevin halekî din. Êdî gihişt asta ku di otobusê de dest dirêj bikin. Ez xwe di ewlehiyê de nabînim. Ez dema diçim malê telefona min di destê min de û hazir radiwestim."

‘DIVÊ MUEBETÊ BIDIN'

Jina bi navê Yelda Demiroglu jî xwest êrîşkar bi giranî bên cezakirin û yên êrîş dikin û suc dikin rastî cezayê muebetê bên. Demîroglu, da zanîn ku li vî welatî mafên mirovan nemaye û wiha got: "Ez bawer nakim ku êdî li kolanan kes xwe ewle dibîne. Her roj jinek rastî destdirêjiya mêr tê. Li her dera welat bombe dibarin. Divê bi lezgîn tiştek bê kirin.

DÊ HÊJ ÇI BIBE

Jina bi navê Nagme Taşer jî anî ziman ku medya tundî û destdirêjiya li dijî jinê rewa dike û wiha got: "Em êdî di rêde dimeşin em li pişt xwe dinerin û dimeşin. li şûna ku êrişkar bi tirs tev bigerin em newêrek û bi tirsok tev digerin."