Jinan bertek nîşanî pêşniyanameyê dan: Dê 4 hezar tecawîzkar bên berdan

ÎZMÎR - Jinên Îzmîrê diyar kirin ku bi “sererastkirina îstîsmara zayendî” îktîdar êrîşên zayendî û îstîsmare rewa dike û wiha gotin: “Ev ji bo hemû welat şermek mezine. Ev tê wateya ku dê 4 hezar tecawîzkar bên berdan.

Rêxistinên jinan bertek nîşanî pêşniyarnameya ku dê zarokên rastî êrîşa zayendî hatina bi tecawîzkarê xwe bên zewicandin li meclîsê dana dengdanê dan û diyar kirin ku ev ji bo welat şermek mezine û dê destûr nedin zîhniyeta “Ensarê”.

Di 17’ê Gulanê de li TBMM’ê Komîsyona Lêkolînê ya “Bûyerên ku hizura nava malê xira dike, bûyerên hevberdanê bên lêkolîn kirin û saziya malbatê bê xurtkirin” hat ava kirin, bi xebatên komîsyonê re “sererastkirina êrîşa zayendî” destpê kirin û ji aliyê parlamenterên AKP’ê ve di nîva şevê de radestî Meclîsê hat kirin. Ligel îtîrazên CHP û MHP’ê AKP di deqeya dawiyê de li Meclîsê pêşniyaname da dengdanê, bi nîqaşên giran derbas bû û ji aliyê parlamenterên AKP’ê ve hat erêkirin.

Ji ber di dengdanê de pêşniyarname di her du turan de ji ber 184 deng ne girtin ji hevdîtina roja Sêşemê re hat hiştin. Li gorî vê ger tecawîzkar û kesê mexdûr bi hevre bên zewicandin dê ceza ji holê rabe.

‘JI BO WELAT ŞERMEK MEZINE’

Bertekên li hemberî pêşniyarnameyê zêde dibin. Bertekek jî ji saziyên jinan hat. Endama Meclîsa Platforana Jina a KESK’ê ya Îzmîrê Ayşegul Kocaaslan, diyar kir ku ger pêşniyaname bê qebûlkirin û qanûnî bibe dê welat îmze bavêje bin şermek mezin. Kocaaslan, bang li hemû kesî kir kul i dijî vê derbikevin û wiha got: “Ev rewşek pir xirabe. Ev tê wateya ku dê tecawîz qanûnî bibe. Di serî de jin divê hemû gel dakeve qadan û dengê xwe bilind bikin. Ger ev qanûnî bibe dê ji welat re bibe şermek mezin.”


Endama Komeleya Piştevaniya Jinan Reyhan Kaplan, bi lêv kir ku îktîdar fereseta xwe ya “exlaq” li ser jinan ferz dike û wiha pêde çû: “Dixwazin destkeftiyên jinan ji destê wan bigirin. Ger ev qanûn bê pejiarandin dê 4 hezar tecawîzkar bên berdan. Tecawîzê rewa dikin. Em ê li dijî vê bisekinin.”

‘ÊN KU DIXWAZIN ENSARÊ BIPARÊZIN LI SER KARIN’

Berdevka Paltforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin Sanem Denîz Kural da xuyakirin ku pêşniyarnamey nayê qebûlkirin û wiha domand: “Pêşniyarname ‘rewşekî rezîle’ beriya niha jî Partiya AK’ê ev xistibû rojevê. Em ê destûr nedin qanûnên ku dest didin jin û zarokan. Bila demildest wan destê xwe yên pêşniyarname birine Meclîsê ji ser zarok û jinan bikişînin. Ji bo destê xwe bikişînin em heta dawiyê têbikoşin. Kesên ku dixwazin qanûnê bînin dixwazin Ensarê biparêzin. Ên ku dixwazin Ensarê biparêzin li ser karin. Dixwazin tecawîzkar û tacîzkaran biparêzin. Em ê destûr nedin vê yekê.”

Berdevka Kongreya Jinen Azad (KJA) a Îzmîrê Reyhan Kumru jî anî ziman ku AKP dixwaze êrîşên zayendî rewa bike û wiha axivî: “Armanc dike ku 4 hezar tecawîzkaran serbest berde. Dibêjin ‘rizaya zarok heye’ tiştek wiha nabe. Tecawîzkarên di Wexfa Ensarê de jî gelo dê bi zarokan re bizewicin? Em ê dest ji têkoşîna xwe ya li dijî zîhniyeta tecawîzkar a Wexfa Ensarê bidomînin. Em ê li hemberî zîhniyeta baviksalariyê jî têkoşîna xwe berdewam bikin.”