Koçeriya zozanan xelas dibe lê karê jinan xelas nabe

WAN - Jinên gundê Parmakkapi yên Payizava ya Wanê ku 4 mehan li zozanan bêrîvaniyê dikin, dema vedigerin gund jî bêrîvaniyê berdewam dikin. Di demsala zivistanê de jî li goman (gov) sewalan xwedî dikin û li dijî nexweşiyan bi dermanên xwezayê sewalên xwe diparêzin.

Li gundê Parmakkapi yê Navçeya Payizava ya Wanê jinên koçer di 4 mehên salê de li zozanan berîvaniyê dikin û bi şev û roj dixebitin. Jinên koçer piştî vedigerin gund, dîsa li qada gund bi hezaran sewalan kom dikin û pez didojin û bêrîvaniyê berdewam dikin. Di demsala zivistanê de jî sewalên xwe di goman de xwedî dikin û li dijî nexweşiyên zivistanê bi dermanên xwezayî têkoşîna xwe berdewam dikin. Li gundê ku ji 150 malan pêk tê, hemû welatî debara xwe bi sewalkariyê dikin. Hemû kar u bar li ser pişta jinê dimeşe.

HEMÛ KAR LI SER PIŞTA JINAN E


Jina koçer Çile Gumuş a 2 meh berê ji zozanan vegeriya, diyar kir ku li gorî karê zozanan karê wan hinek sivik bûye, lê dîsa jî berîvaniyê dikin û karê wan didome. Gumuş, anî ziman ku her sibe sewalên gund li qada gund kom dikin û didoşin û piştre dişînin çêrê û got: "Niha şîrê pez hindik maye û hêdî hêdî stwer dibe. Şîrê niha pir bi qîmet û xweş e. Mastê wî jî pir giranbuha ye." Gumuş, anî ziman ku karê jinan tu carî xelas nabe û wiha got: "Serê sibê em pez didoşin û berdidin çolê. Berî rojava dîsa em li qada gund kom dibin û li benda vegera pez in. Dema pez vedigere em her kes pezê xwe ji komê cuda dikin û dibin mal. Dema em pezê xwe dibin mal em yek bi yek li wan dinerin û tenduristiya wan kontrol dikin. Yên nexweş em bi dermanên xwezayî derman dikin. Hemû kar li ser pişta jinan e. Di demsala zivistanê de jî karê sewalkari li ser pişta jinê ye.