ENQERE - Ji ber teqin û bombeyên ku li ser hev teqiyan li baytextê turîzm tune dibe. Keleha ku navenda turîstane, jinên ku li dora helehê amûrên xwe difiroşin û debara xwe dikin diyar kirin ku ew çawa tezgaha xwe vedikin wisan digirin jî.
Keleha Enqereyê ku ji gelek medenyetên Anadoliyê re malovanî kiriye, yek ji cihên ku herî zêde turîst lê digerine. Keleha ku her sal bi hezaran kesên biyanî û xwecihî ziyaret dikin îsal kêmbûnek tê dîtin. Jinên ku li derdora kelehê tezgahên xwe vekirine dan zanîn ku piştî êrîşên bombeyan hema bêje tu turîst ne hatine kelehê.
'EM SIBÊ VEDIKIN Û WEKÎ ME VEKIRÎ DIGIRÎN’
Jina bi navê Sultan diyar kir ku keleh di havîn û zivistanê de ji aliyê gel ve tê ziyaretkirin lê tiştî îsal tê jiyîn welatiyan ditirsîne û wiha got: “Em tezgaha xwe sibê vedikin û şevê wekî me vekirî digirin. Bi şer re em nikarin pereyê nanê xwe derxînin. Em aştiyê dixwazin. Jiyan sekinî ye. Mirov ditirsin. Li taxa me de kurd, tirk, laz û elewî dijîn. Tu kes dijminê tu kesê nîne. Em alîkariyê didin hev. Hemû kes dinava wekheviyê û yekitiyê de ye, çima mirovên din jî wiha nakin? Wê demê dê şer çênebe û mirin neyên jiyîn.”
'CÎRANÊN ME JÎ TEZGAH VENAKIN’
Jina bi navê Gulsum Tokkaş ev 10 sale çenteyên ku bi xwe çêdike li dora kelehê difiroşe. Tokkaş, piştÎ hevjîmê wê dimire bi çêkirina çenteyan debara mala xwe dike. Tokkaş, anî ziman ku ew ji tiştên tên jiyîn gelek bi fikarin û wiha pêde çû: “ji roja ez li vir dijîm heta niha cara yekeme ez bi rewşek wiha re rû bi rû bûme. Berê me bi cîranên xwe re li ber deriyê malê tezgah vedikir lê niha cîranên me venakin. Ev rewş hemû kesî bandor dike. Li welat gelek kes dimirin, hêvî dikim ev rewş di demek kurt de bi dawî bibe.”
Nuvît Kanik jî wiha axivî: “Kirîgerên me kêm bûne. Divê jin dest ji hilberîna xwe ya di civakê de bernedin. Divê ne zivirin malê û ne runin. Divê keda xwe derxînin holê ji ber ku jin dest bavêje kuderê ew der xweşik dibe.”