STENBOL – Parêzer Dîren Cevahîr Şen diyar kir ku, bi pêşnûmaya ku armanca wê fihêlkirina îstîsmarkar e, wê bûyerên êrîş û îstîsmara zayendî zêde bibin û wiha pirsî: “Ev pêşnûma heke li ber vê ne rênîşander be, îjar çî ye?”
Ji aliyê AKP’ê ve teklîfa qanûna “kesên sûcên îstîsmara zayendî dikin, heke bi kesê mexdûr re bizewicin wê ceza negirin” berpêşî Meclîsê hat kirin û di Lijneya Giştî ya Meclîsê de bi dengên AKP’ê hat qebûlkirin. Pêşnûmaya ku CHP û MHP li dijî wê derketin, du di tûrên deng dayînê de piştî hejmara 184 dengan nehat wergirtin, hevdîtina pêşnûmayê taloqê roja sêşemê hat kirin.
Piştî pêşnûma sîrayetî raya giştî kir, di serî de rêxistinên jinan û huqûqnasan rastî berteka gelek derdoran hat.
'MÎNAKA ŞÊNBER A LI DIJÎ JINÊ’
Heman teklîf di 1’ê hezîrana 2005’an de bi îmzeya 6 parlementerên AKP’ê hatibû berpêşkirin, piştî rastî bertekan hat ji pêşnûmayê atibû derxistin. Di sala2005’an de ji kesên ku li dijî vê pêşnûmayê têkoşiya bûn yek jî Parêzer Dîren Cevahîr Şen bû. Şen wê pêşnûmaya ku wê demê ketibû rojevê û hatibû betalkirin wek “firsendiya OHAL’ê” nirxand. Şen li dijî pêşnûmayê wiha bertek nîşan da: “Heke pêşnûma bibe qanûn, wê hedefa ewil zarokên keç bin. Di hedefa vê sererastkirinê de zarokên keç û jin hene. AKP’ya ku dijminê jina ye, bi vê mînaka şênber jinan hedef nîşan dide.”
‘TECAWIZKARAN REWA DIKE’
Şen dest nîşan kir ku, jin di jiyana rojane de bi awayekî cidî bi êrîşên zayendî re rû bi rû ne û got, bi pêşnûmaya ku armanca wê fihêlkirina îstîsmarkara ye re wê êrîşkar bên rewakirin. Şen a ku got, “Wê mêr, bi wêrekiya ku ji hikûmetê wergirtine bêtir dest bi tecawizê bikin” wiha pirsî: “Wê bi zorê jinan ber têkiliyê ku nayên xwestin ve bibe. Çimkî îktîdar raste rast wê peyamê dide. Bi vê re wê bûyerên êrîşên zayendî, îstîsmara zayendî jî zêde bibin. Heke ev pêşnûma ne rênîşanderiya vê be îjar çî ye?”
'JIN XWEDÎ LI JIYANA XWE DERDIKEVIN’
Şen diyar kir ku, li hemberî rewşên wisa, divê jin li dijî şideta mêr-dewletê têbikoşin û herî dawî ev peyam dan: “Tekane rêya binpêkirina vê şidetê, divê bi awyaekî yekpare dakevin kuçeyan. Tenê têkoşîna jinan dikare vê talûkeya ku qesdî jiyan û bedana wan dike binpê bike. Jin xwedî li jiyana xwe derketin, dertên û wê derkevin. Çimkî ev jiyan ya me ye.”