STENBOL - Di dema ku nîqaşên guhertinên qanûna bingehîn di domin de jinên li ser tora civakî xwe birêxistin kirine, bi gotinên “Em îro ji bo hemû jinên ku îro sibê û pêşerojê ku dê li ser vê axê bijîn dibêjin NA. Hûn jî bêjin NA” nameyek ji parlamenterên jin ên li Meclîsê re şandin.
Dema li TBMM’ê nîşaqên guhertinên qanûna bingehîn berdewma dikin, jinên li ser tora civakî wekî “Jinên dibêjin Na” xwe birêxistin kirin, #KadınlarHAYIRdiyor hashtagi vekirin û li ser vê platformê balkişandin ser divê “Na” bê gotin. Jinên ku li ser torê ji dîmen dibêjin “ji rejîma zilamekê re na” ji parlamenterên jin ên li Meclîsê ne re maneyek şandin.
Jinên ku di rojên pêşiya me de dê gavên girîng bavêjin di maneya xwe ya ji bo hemû jinên li Meclîsê ne re şandin de wiha gotin: “Em jin ji bo mafê xwe yê bingehîn derketin rê, ev ji sedsalî zêdetire em têdikoşin. Ji mafê jiyanê heta mafê perwerdehiyê, ji mafê dengdayînê heta mafê kar, ji bo hemû mafên xwe me têkoşînek mezin da meşandin. Destdanîn ser van mafên me. Kevneşopiya ku me ji jinên paşeroja xwe ku riya me vekirine giritye me carekdin dest bi têkoşînê kir û me qezenc kir. Em ê dest ji mafên xwe bernedin. Ger em niha dikarin vê nameyê binivîsin, ger em dikarin ji tiştên li ser me ferz dikin re bêjin NA, ger hûn li Meclîsê me temsîl dikin ev bi saya jinên ku dest ji têkoşîna xwe ya sedsalî neberdane ye. Hûn jî dest jê bernedin. Em niha bi gefa mafên me yên ku bi kedek mezin hatine bidestxistin dê winda bikin re rû bi rû ne. Dema OHAL hat îlankirin, hat dirêjkirin bi KHK’yan dest danîn ser kedam me ya salan, saziyên me. Dema serokatî û guhertinên qanûna bingehîn tê nîqaşkrin me tune tên hesibandin. Ked, maf û pêşeroja me tê tunekirin. Di civakên jin têde nebin û tune tên hesibandin de kesek nikar behsa demokrasiyê bike. Em ji bo welatekî ku hemû kes xwe dikare têde îfade bike û ji bo pêşerojek demokratîk dibêjin NA. Hûn ji qanûna bingehîn a ku jinan tune dihesibîne re bêjin NA. Hûn jî ji bo Tirkiyeyek ku her kes dikare têde bijî û nayê cudakirin re bêjin NA. Em ji bo bêjin riyek din heye derketin rê hûn jî divê riyê de bi me re bin. Ji bo aştî, azadî, dad, wekhevî, laîklîk û demokrasiyê bêjin NA. Jin bi maf, tercîh, fikir û xeyalên xwe hene. Hebûn, maf, tercîh û xeyalên wan tune nehesibînin. Em îro ji bo hemû jinên ku îro sibê û pêşerojê ku dê li ser vê axê bijîn dibêjin NA. Hûn jî bêjin NA.”