KOCAELÎ - Platforma KESK’ê ya Kocaeliyê, êrîşa li dijî parlamentera CHP’ê Fatma Hurriyet Kaplan a li meclîsê şermezar kir û wiha got: “Ger parlamenterek jin di bin banê meclîsê de jî ne di ewlehiyê de be, wê demê asta cînayetên jinan û şîdeta li ser jinê li welatê me derdikeve holê.”
Platforma KESK’ê ya Kocaeliyê, derbarê êrîşa li dijî parlamentera CHP’ê Fatma Hurriyet Kaplan ku di dema li meclîsê guhertinên qanûna bingehîn tên nîqaşkirin de pêk hat li şaxa TUMBEL-SEN’ê civînek li darxist. Di salona ku pankarta “Fatma Hurriyet Kaplan bi tenê nîne” hat vekirin de Berdevkê Demî yê Platforam KESK’ê Yener Çalişkan, daxuyanî xwend. Çalişkan, diyar kir ku ew her 10 rojan carekê bi teqîn ûqetlîamekê dihejikin û wiha got: “Divê pêvajoya ku welat li derve û hundir ber bi şerekê ve diçe, bi gefan re rû bi rû ne û di krîzek aborî ya gran re derbas dibin de em dihiziran tişta ku dawî bê kirin nîqaşên guhertina qanûna bingehîn ên li meclîsê ne. Bi KHK’yan bi hezaran kedkar bêyî parastin bê girtin ji kar hatin derxistin. Li welatê ku çalakiyên herî biçûk ên li kolanan ji aliyê midûryetê ve hatine qedexekirin, rojname hatine girtin û rojnameger di girtîgehan de ne, tişta li gorî berjewendiya me hemûyan demokrasî û azadiye.”
‘ÊRÎŞA LI DIJÎ JINAN’
Çalişkan, anî ziman ku civak hatiye bendbendîkirin, ev xwe li meclîsê dide hîskirin û wiha pêde çû: “Divê guhetinên qanûna bingehîn bi şêweyê ku civak zanistan bi vekirî bigirin û bi şêweyên adilane nayê nîqaşkirin. Di hevdîtinan de Kaplan rastî êrîşa fîzîkî hatiye. Fatma Xanim beriya her tiştî jineke, konfederasyona me KESK vê êrîşê wekî êrîşa zilamê serdest ê di nava civakê de dibîne. Ger jinek parlementer di meclîsê de, di ewlehiyê de ne be, wê demê asta cînayetên jinan û şîdeta li ser jinê li welatê me derdikeve holê.”
Çalişkan, bi lêv kir ku divê meclîsek ku normên demokrasiyê wekhev bin hebe.