STENBOL - Aktîvîsta BÎKG'ê Nîmet Tanrikulu, têkildarî êrîşên li dijî têkoşîna jinan axivî û diyar kir ku pêwiste jin bi dengê xurt zextên li dijî xwe îtîraz bike û wiha got: "Em di nava jiyanê de xwedî hêzek biçûk bin jî divê em dengê xwe yê îtîrazê bilind bikin. Em çiqas dengê xwe bilind bikin em dê ew qas bi hêz bibin."
Piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê û îlana OHAL'ê herî zêde jin û saziyên jinan bûn hedefa êrîş û tundiyê. Bi taybetî piştî pêkanînên KHK'ê ketin meriyetê saziyên jinan hatin girtin û zextên li ser jinan zêde bûn. Piştî Qeyûm tayînî şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) kirin, hevşaredarî hatin fesihkirin û navendên jinan ên şaredariyên DBP'ê hatin girtin. Ev yek wekî êrîşa li dijî îradeya jinê hat dîtin. Aktîvîsta Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê (BÎKG) Nîmet Tanrikulu têkîldarî pêkanînên dawî ji bo dîhaberê nirxand.
Tanrikulu destnîşan kir ku di dema darbeya 12'ê Îlonê ya 1980'an de ji îşkenceyan hatine derbaskirin lê têkoşîna xwe berdewam kirine dê niha jî dev ji têkoşînê bernedin. Tanrikulu anî ziman ku di her daqên jiyanê de hewl tê dayîn ku jin bên bêdengkirin ev yek piştî 15'ê Tîrmehê zêdetir bûye. Tanrikulu bal kişand girtina 370 saziyan ku di nav de saziyên jinan jî hene û wiha berdewam kir: "Demê didin û digirin lê di esasê xwe de vê yekê dikin qanûnî. Em di pêvajoyên dîrokî yên derbas kirine de vê yekê dzanin. Wekî di dîrokê de jî tê dîtin jin bi hezaran sal in bindest in û wekî newekheviya civakî, encama vê bi girtinê dibînin."
'DIVÊ EM BI HER AWAYÎ LI BER XWE BIDIN'
Tanrikulu destnîşan kir ku wekî jin divê li dijî pêvajoyên pêkûtiyê îtiraz bikin û wiha axivî: "Di nava jiyanê de kêm be jî dengê me yê îtirazê bilind bibe ez bawer dikim em ê ewqas mezin bibin. Zêdekirina dengan gelekî girîng e. Dema em van dengan zêde nekin dê êrîş bikin. Em dizanin navê vî faşîzm e. Dema ku em li dîrokê dinêrin jî faşîzm mehkûmî tunebûnê ye. Ev jî bi berxwadanê dibe. Divê em bi her awayî li ber xwe bidin. Divê em tevgerekî bêîteatiya sivîl ava bikin. Divê ji kolanan venekişin. Divê bê nivîsandin."
'DIVÊ DENG XURT DERKEVE'
Tanrikulu destnîşan kir ku jin di şert û mercên pir giran de têkoşîna xwe didomînin û wiha got: "Saziyên me tên girtin, çapemeniya me tê girtin. Di esasê xwe de dixwazin me li malê heps bikin. Ji ber ku ew li cihê ku deng zêde bibe ew dizanin tu dê têkoşîn veguhere astekî din. Divê jin bi rêbazên nû dakevin kolanan. Em wekî jinên ku ji bo aştiyê têdikoşin ev demeke dirêj e li ser vî axê dixwazin bibin dengê aştiyê. Berê jinan didin kolanan. Li gelek deverên Kurdistanê hevalên me yên jin hatin girtin. Ew hevalên me yên ku ji bo aştiyê têdikoşiyan bûn. Şaredarên me yên jin hatin girtin." Tanrikulu got ku divê dengê xurt bê derxistin û dengê ku derdikeve kêm e. Tanrikulu li hemberî girtina parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku jinên ku hatine girtin di têkoşîna azadiyê de cih digirtin û di dawî polîtîkayen jinan de karên baş kirine.
'EM DENGÊ XWE ZÊDE BIKIN'
Tanrikulu anî ziman ku ew ê niha û pêve jî dê bi tevgerên jinan re tevbigerin û ji bo çalakiyan nîqaşan pêş dixin û ev bangawazî kir: "Em bang li hemû jinên di civakê de dikin û dibêjin 'dibe ku sibehê pir dereng be' dema ku em li dijî zilmê deng dernexînin jiyana wan dê biçe rewşên cuda. Em bi tekoşîno hevpar re dengê xwe zêde bikin."