‘Hewl didin di civakê de çanda destdirêjiyê pêş bixin’

MÊRSÎN - Bertekên li dijî pêşniyarmaneya “Jinên ku rastî destdirêjiyê hatine dê bi tecawîkarê wê re bên zewicandin” ku hikûmet dixwaze qanûnî bike zêde dibin. Jinên Mêrsînê diyar kirin ku ew bi fikarin dê bi sererastkirinê re di nava civakê de çanda destdirêjiyê belav bikin.

Bertekên ku li dijî pêşniyarnameya “Jinên ku rastî tecawîzê hatine dê bi tecawîkarê wê re bên zewicandin” ku dê cezayê tacawîzkaran bê rakirin zêde dibin. Bertekek jî ji jinên Mêrsînê hat. Seroka Beşa Jinan a CHP’ê Pakîze Guler diyar kir ku dixwazin din ava civakê de çanda tecawîziyê belav bikin û wiha got: “Piştî girtina rojnameyan, derxistina keyfî ya biryarnameyan bi vê pêşniyarnameyê mînaka herî xirabe.”

‘ARMANCA WAN TIŞTEK DINE’

Guler, anî ziman ku ev qas pêkanînên keyfî nabin, bi vê re ji hepskirina jinan a malê tiştek wêdetir heye û wiha pêde çû: “Di pêşnûmeya qanûnê de zaroka 12 salî ya rastî îstîsmara zayendî hatiye, dema gotin ‘daxwaza’ wê heye, di civaka ku zarokên keç wekî namûs tên dîtin dê bi zextan bêjin daxwaza wan heye.”

‘EM Ê LI DIJÎ VÊ RAWESTIN’

Civaknasa Navenda Jinan a ÎŞTAR’ê Eylul Ronya Canbey destnîşan kir ku qanûna ku tê xwestin derxînin nayê qebulkirin û wiha pêde çû: “Di nava civakê de ji bo parastina jin û zaroka qad nayê avakirin lê zewicandina zaroka 13 salî ya bi tecawîzkarê wê re tê rojevê. Dê mirovan bipirsin, mafê mirovan li ku ma? Vîna zarokan li kuderê ye? Divê di pêşnûmeya qanûnê de bê pirsîn ku vîna mirovan ji aliyê kê ve tê birêvebirin. Divê hemû jin û aliyên din li dijî vê dengê xwe derxînin. Ger wisa nebe dê li vî welatî ewlehiya tu zarokan nemîne. Pêşxistina çanda tecawîzê û bi qanûna rewakirina wê, dê bibe parçeyek ji civakê û dê hemû kes tewacîzê kesan bikin. Qanûn tê wateya rewakirina tiştên ku Weqfa Ensar dike. Wekî jin em ê li dijî vê rawestin.”

Endama Platforma Jinên Mêrsînê Îkram Vuran destnîşan kir ku beriya niha jî pîşniyarên îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan a di komîsyona hevberdanê de wan ev pêvajo dinava fikaran de şopandine û wiha domand: “Bi pêşniyanameya qanûna a duh re wekî jinek û dayîkekê fikarên min zêdetir bûne. Eb pêşnûme bi tu awayî nayê pejirandin. Bi vê qanûnê re zarokan wekî jin dibînin û mîsyona ‘zarok dikarin bizewicin dikarin bên tecawîzkirin’ didin zarokan. Li Tirkiyeyê her ku diçe tecawîz tê rewakirin û ev gelek bitalûke ye. Jin dikarin vê qanûnê bidin rawestandin.”

‘KOMELEYÊN ZAROKAN ÇIMA HATINE GIRTIN DIYARE’

Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan a Bajar Şerîfe Kiliç jî wiha axivî: “Di pêvajoya ku komeleyên zarokan ji îstîsmarê diparêzin hatin girtin de hatina vê qanûnê ya rojevê ne bêwateye. Di dema ku me li bajar bal kişand ser îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan û me cûdahiyek da avakirin de bi vê qanûnê tecawîz tê rewakirin. Em ê li dijî vê li qadan têkoşînê bidomînin.”