ERDOGAN ALTAN
REQQA- Şervanên QSD'ê yên tevlî Pêngava Xezeba Firadê bûne, piştî rizgarkirina gundan bi hezaran sivîl dikişandin qadên rizgarkirî, hem kêfxweşiya şervanên Reqayî û hem jî hemwelatî hêjayê dîtinê bû. Ew dîmena ku jinên Minbicê çarşefa reş a ji ber tirsa DAIŞ'ê avêtibûn ser rûyê xwe veçirandibûn, li gundên Reqayê jî hat dîtin.
Pêngava rizgarkirina Reqayê ya bi navê "Xezeba Firadê" ku ji hêla Hêzên Suriya Demokratîk (QSD) ve hatibû destpê kirin, di roja xwe ya 8'emîn de qonaxa yekemîn bi dawî bû. Pêngava ku ji duh milan başurê bajaroka Silûk û Eyn îsa ve hatibû destpê kirin piştî li ser ava Belix gihiştin hev, qonaxa yekemîn bi dawî bû. Di qonaxa yekemîn de bi dehan gund û mezra hatin rizgarkirin, gelek çete hatin kûştin, gelek wesayît û motorsîkletên çeteyan a teqemeniyê beriya bigihijin hedefa xwe hatin teqandin. Her wiha di pêngavê de bi hezaran sivîl ji çeteyan hatin rizgarkirin û ji hêla şervanên QSD'ê ve kişandin qadên rizgarkirî û ew bi wesayîtan li dora bajaroka Eyn îsa hatin bicih kirin.
JINAN ÇARÇEFÊN REŞ AVÊTIN
Gundiyên Hişê ya ji hêla şervanên QSD'ê ve hatin rizgarkirin û ew tanîn qadên rizgarkirî hemû hemwelatiyan kêfxweşiya xwe anî ziman. Bi taybetî kêfxweşiya jin û zarokên ku bi salane di bin zilm û zordariya çeteyên DAIŞ'ê de bûn, hêjayê dîtinê bû. Jinan ku êdî ji ber zilm û zordariya çeteyan bêzar mabûn, diyar dikirin ku her tiştê wan hatibû qedexekirin û wiha digotin: "Ji bilî çarşefa reş nedihiştin derekê me bê xuya, lê îşkence û tecawiza dikirin bê had û hesab bû. Keçikên 12-14 salî ji xwe re weke cariyê bikar tanîn." Jinan dema qala îşkenceya çeteyan a li ser jinan dikirin digiriyan lê piştre jî digotin "Şikir ji xwedê re şervanên azadiyê me rizgarkirin. Xwedê ji şervanên QSD'ê razî be."
Jina bi navê Îlyaza kêfxweşiya xwe tanî ziman di heman demî de çarşef û kincên reş ên li ser xwe derdixist û davêt. Ev dîmen, dema jinên Minbicê ji bin zilma çeteyên DAIŞ'ê ya ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatibûn rizgarkirin, çarşefên reş dişewitandin anî bîra mirov.
'ME XIZMÊN XWE RIZGAR KIR'
Ji fermandarên QSD'ê Ebû Heyder ku ew jî eslê xwe ji gundê Hişê ya Reqayê bû, hem ji ber pêngav hatî destpê kirin û hem jî hemû sivîlan rizgar bibû, kêfxweşiya xwe anî ziman. Ebû Heyder, destnîşan kir ku ew ji ber zilma çeteyan ev 3 sal e ji Reqayê derketiye û tevlî QSD'ê bûye û wiha got: "Ez pir kêfxweşim ku ez hem tevlî pêngavê bûme û hem jî niha sivîlan ji bin zilma çeteyên dijmirovahiyê rizgar kiriye. Di nava sivîlan de xizmên min jî hene. Îşalah em ê bi rizgarkirina Reqayê hemû gelê bêguneh ji bin zilma çeteyan rizgar bikin û çeteyan ji vê axa pîroz bavêjin."
Her wiha gelek şervanên ku eslê xwe ji Reqayê ne, kêfxweşiya xwe bi hembêzkirin û parvekirina xwarina xwe ya bi wan re nîşan didan.