COLEMÊRG - Li Colemêrgê, Komeleya Jinek Jiyanek a 2 meh berê hat avakirin, hedefa wê ew e ku, li bajêr Navenda Hêzdarkirina Jinê vebike.
Li Colemêrgê, piştî xebatên li navneda bajêr, gund û mezrikan bi navê "Bir Kadin Bir Hayat" (Jinek Jiyanek) komeleyek hat avakirin. Di rêveberiya komeleya ku 2 meh berê hat avakirin de, 5 jin û 2 mêr cih digirin. Seroka Komeleya Bir Kadin Bir Hayatê Derya Kizilboga anî ziman ku, li bajêr întiharên jinan wan ber bi xebateke bi vî rengî ve biriye û dest nîşan kir ku, jin li hemberî pirsgirêkan ne bi tenê ne.
‘XEBATÊN TÊKILDARÎ JINAN KÊM IN'
Kizilboga anî ziman ku, komele ne girêdayî tu sazî û dezgehî ye û diyar kir ku, ew ê bi hîbeyên pêşnûmayên ku dê bên amadekirin û bi dahata ji sponsoran bê li ser piya bisekinin. Kizilboga dest nîşan kir ku, pêdiviya bajêr bi komeleyke bi vî rengî heye û wiha domand: "Di sala 2015'an de em çend jin, li bajêr ji bo întiharên jinan ên bi awayekî zêde xwe didan de ji bo amadekirina pêşnûmayekê tevgeriyan. Di agahiyên bi dest me ketin herî dawî em hîn bûn ku keçeke 10 salî întihar kiriye û me xwest em sedemên wê lêkolîn bikin. Xebateke ku întiharên jinan û binpêkirina mafên zarokên ên li Wanê û Colemêrgê di xwe de diheband. Me li herêmê, li gelek gund û mezrikan bi qasî 5 mehan xebat meşandin. Encam lêkolîna dihat kirin diyar bû, lê belê hewcetî bi lêkolîna sedemeên wê hebû. Dema me xwe gihand sedemên wê, me dît ku li bajêr komeleyên jinan tune ne, du heb hebûn lê di warê xwegihandina jinan de encameke baş nedidan der. Ji xwe saziyeke wek komeleyê dixebitî hatibû girtin. Saziya girêdayî şaredariyê jî, tenê ji bo astengkirina şidetê xebat dimeşand û li gor me, xebat lawaz diman. Qenaeta me jî ew bû ku, tenê bi avahiyeke rêxistinkirî em dikarin ji derheqê van pirsgirêkan derkevin û me Komeleya Bir Kadin Bir Hayat ava kir."
ARMANCA SEREKE NAVENDA HÊZDARKIRINÊ YE
Kizilboga dest nîşan kir ku, mebesta wan a bingehîn ew e ku Navenda Hêzdarkirina Jinê vebikin û diyar kir ku, ew ê ji bo vê salekê li bajêr xebatan bimeşînin. Kizilboga wiha domand: "Ev der Colemêrg e, bajarekî zaf qedîm e û pêwendiya malbatan zaf bihêz e. Lê belê, li dijî mînakên xwe yî dîrokî jin kêmbar tê dîtin. Halbûkî di dîrokê de, li herêmê jin xwedî gotin bû di erka rêveberiyê de xwediyê biryarê bû. Lê belê, bi ferzkirina jiyana nêrzatiyê û di encama polîtîkayên dewletê de jin wek metayê hat dîtin. Bi qelen hat firotin."
‘EM MÊRAN JÎ DAXILÎ ÇARESERKIRINÊ DIKIN'
Kizilboga balê kişand ser rêveberiya komeleyê û cihgirtina mêran a di rêveberiyê de û got, pirsgirêk prigirêkeke civakiyî ye û ji ber vê divê mêr jî daxilî prisgirêkê bibe. Kizilboga wiha axivî: "Lijneya me ya rêveberiyê ji 7 kesan pêk tê. 5 jin 2 mêr. Heke rêveberî biguhere jî, dê ev hejmar neguhere. Jin bi tenê hatiye hiştin û xwegihandina wê ya agahiyê hatiye astengkirin. Em ê ewil ji derheqê vê derkevin. Armanca me ya bingehîn ew e ku, em îtibara jinê ya berê bi dest bixin. Em ê bi hev re ji derheqê wê derkevin, çimkî em hêzdar in. Li komeleya me qaîde û pîvan tune ne. Her kes dikare bê û em dikarin ji hev hînî gelek tiştan bibin."
‘EM Ê RIYA XWE BIDOMÎNIN'
Ji rêveberiya komeleyê Şehriban Acar jî anî ziman ku, ew ê li gel hemû neyînî û astengiyan jî riya xwe bidomînin û wiha got: "Bajarekî biçûk e. Qewimîn zû tên bihîstin. Lê belê, pirgirêkek heye, ew jî ser qewimîninan tê nixumandin. Hem ji aliyê dewletê hem jî ji aliyê malbatan ve nayê xwestin qewimîn bên bihîstin. Dibêjin dê xerabtir bibe, lê ya rast sernixumandin xerabtir dibe. Ji ber vê di komelebûyînê de û piştî vê em rastî van pirsgirêkan tên. Lê em wisa difikirin ku me pirsgirêk tespît kiriye û em ê bi ezm xebatên xwe bidomînin."