'Xeta giliya tundiyê' hat girtin

WAN - Qeyumê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin Valî Îbrahim Taşyapan, xeta telefonê ya wekî "Xeta giliya tundiyê (Alo Şiddet Hattı)" hat girtin.

Piytî qeyûm tayinî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin û şûnde gelek saziyên jinan hatin girtin û xebatên wan hatin astengkirin. Qeyumê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin Valî Îbrahim Taşyapan, xeta telefonê ya wekî "Xeta giliya tundiyê (Alo Şiddet Hattı)" hat girtin. Bi fermana Qeyûm Walî Taşyapan xeta giliye tundiya derûnî û civakî ya hêjmar 444 80 65 (Alo Şiddet Hattı) hat girtin. Qeyûm berê Midûriyeta Polîtîkayên Jinê û Navenda Jiyanê ya Rojin jî girtibû.