STENBOL - Aktîvista femînîst Hulya Osmanagaoglu diyar kir ku bi OHAL'ê re zilamtiya ku li kolanan xwe dide der encama polîtîkayên derûdorên îslamperest ên ku dixwazin civakî ji nû ve dizayn bikin e û wiha axivî: "Tê xwestin ku jin dema derkevin kolanan bitirsin û vegerin malên xwe. Divê em ji sîstemekî serokdewletiyê ya ku di jiyana me de desthilatdariya zilaman asayî dike re bibêjin na. Li dijî sîstema serokdewletiyê helwesta me zelal e û em ê li gorî vê yekê xebatên xwe bimeşînin."
Rêveberiya Awarte (OLAH) a ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê tîrmehê hate îlankirin û 3 mehên din jî hate dirêjkirin xwe li kolanan bi êrîş û tehdîda li ser jiyana jinan ve xwe da der. OHAL a ku bû sedema gelek binpêkirinan di heman demê de ji êrîşa li dijî Ayşegul Terzî ya ji ber ku şort li xwe kiriye, êrîşa li dijî Ebru Tîrelî ya ku ji ber ku parkê spor dikir, şîdeta li dijî jina ku bi Metro turîzmê ve rêwîtî dikir, navenda Enqereyê êrîşa zeyendî ya li otobusê ya li dijî jineke û gelek şîdet û êrîşên bi vî rengî re rê vekir. Aktîvîsta femînîst Hulya Osmanagaoglu ev pêvajo ji bo jinan tê çi wateyê, sedem û encamên êrîşan û divê li hemberî van pêkanînan çi bê kirin nirxand.
‘CÎNAYETÊN LI HEMBERî JINAN NAYÊ DÎTIN'
Osmanagaoglu pêvajoya OHAL'ê wekî "li hemû civakê xurtbûna şîdet, mîlîtarîzm û pêkûtiyê" nirxand û diyar kir ku di vê pêvajoyê de tacîz û tehdîdên di binn çavan de li ser têkoşîna jinan pêkûtiyek derxist holê. Osmanagaoglu destnîşan kir ku pêşnûmeya ku îstismara zayendî rewa dike jî bi baweriya OHAL'ê ve hate rojevê û vê di pêvajoya OHAL'ê de kir ku cînayetên li dijî jinan neyên dîtin û wiha berdewam kir: "Lê piştî têkoşîna tevgera femînîst a jinan ve aliyên polîtîk ên kuştinên jinan wekî encama sîstema desthiladar hatibû qebûlkirin û şîdeta zilam hatibû teşhîrkirin. Bi OHAL'ê re pêkûtiya li dijî muxalefetê û civakê, bi destê dewletê terorîze kirina civakê, têgeha li ser cînayetên jinan û şîdeta zilam jî qels kir. Em nehatin dîtin lê ev yek çi heyf e ku nayê wateya em nayên kuştin û rastî şîdetê nayên."
'DIXWAZIN BI PÊKÛTÎ Û TEHDÎDAN VE VEGERÎNİN MALÊ'
Osmanagaoglu got ku êrîş û tehdîdên ku li qada cewameriyê, kolanê, otobusan li dijî jinan zêde bûye armanc ew e ku jinan vegerînin malan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tê xwestin ku jin bitirsin derkevin kolanan û vegerin malê. Lê em li dijî şîdetê û pêkûtiyê hewl didin li ber xwe bidin. Lê têkoşîna femînîst a jinan xwe gihandibû jinên li malan. Jin êdî dibêjin 'lêdan qedera me nîne' piştî ku rastî lêdanê hatin parastin dixwestin. Nİha tê xwestin jin li kolanan ji bo pirsgirêkên têkoşînê nedin. Tê xwestin yek bi yek jî bi rêxistinkirî jî dengê jinan qut bikin."
'LI KOLANAN JI BO KONTROLKIRA JINAN DININ MAF DIDIN ZILAMAN'
Osmanagaoglu got ku heta ku OHAL bidome îxtidara AK Partiyê destkeftiyên jinan desteser bike encamên OHAL'ê wekî li ser hemû muxalefeta civakî li ser tevgera jinan bi taybetî wekî polîtîkaya çewisandinê bê berdewamkirin.
Osmanagaoglu da zanîn ku şîdeta li kolanan bi taybetî bi OHAL'ê re zêde nebû lê piştî hewldana darbeyê derûdorên îslamperest bi daxwaza ji nû ve dizaynkirina civakê ve zêdebûna şîdetê de bi bandor bû û wiha berdewam kir: "Bi gotina ez ê civakî ji jor heta jêr ji nû ve dizay bikim ve kesên ku wekî xwe difikirin, yek bi yek şîdetê bi kar tînin berdan. Encama vê çi bû. Li qada ku em dibêjin qada cemaweriyê li kolanê, kargehê, li sûkê, li parkê dema sporê, li otobusê, dema vegera ji kar heman demê li Meclîsê li dijî jinên ku li ber xwe didin hat rewyekî xwe rewa dike. Ji ber ku îxtidar ji serê heta niha bi taybetî jî 5 sal in gotinên ku jin divê dernekevin kolanan, li cihê ku zilam hene bi dengî nekenin, li cil û bergên xwe baldar be tên kirin. Mafê hûn dikarin mudaxaleyî jinan bikin dide zilamên ku fikrên wan diparêzin. Di esasê xwe de mafê kontrolkirina jinan dide hemû zilaman."
'MUDAXALEYÎ JIYANÊN JINAN DIKIN'
Osmanagaoglu gotinên Serokomar Tayyîp Erdogan ên "Em mudaxaleyî jiyanên ku kesan nakin" ku gelek caran tîne ziman bi bîr xist û anî ziman ku Erdogan 5-6 sal in bi awayeke fiîlê ji bo mudaxaleyî jiyana jinan bike gav davêje û gotinan bi kar tîne û wiha axivî: "Zilamtiya ku xurt dike heye. Ev zilamtî li kolanan û li malan dema ku gotina em malbatê biparêzin bi kar tîne jinên ku dixwazin veqetin tîne rewşa sûcdarkirinê. Jin li kolanan rastî şîdeta zilamên ku nas nakin tên. Hemû gotinên Erdogan û îxtidara AKP'ê di esasê xwe de zilamtiya ku li dijî jinan xurt dike tê kirin lê li dijî vê jin li ber xwe didin."
'DÊ BI REJÎMA SEROKDEWLETIYÊ VE DÊ ZILAMTÎ XURTIR BIBE'
Osmanagaoglu got ku di pêvajoyeke wisa de li hemberî destkeftiyên jinan êrîşek heye û sîstema serokdewletiyê ya ku dê qedera Tirkiyeyê diyar bike ve zilamtî dê xurtir bibe. Osmanagaoglu wiha pêde çû: "Em ji bo ku li hemberî êrîşên li dijî azadiyên me pêk tên hewl didin ku xeta berxwedanê bihûnin. Ji ber vê yekê bi referandumê xeta ku divê tevgera jinan bihûne 'em ê destkeftiyên xwe nedin mafên xwe biparêzin' be."
Osmanagaoglu desnîşan kir ku bêyî ji kîjan partiyê nenêrin û fêm bikin ku ev pêvajoya serokdewletiyê dê ji bo jinan çi bîne fêm bikin û wiha got: "Sîstema serokdewletiyê ya bi teahuda xurtkirina desthilatdariya zilam tê heye. Diher gavên xwe de dibêjin ew ê îxtidara desthilatdar a zilam biafirînin. Sibehê, dusib dê endamên HSYK, Dadgeha Bilind, Dadgeha Qanûna Bingehîn tayîn bike. Serokekî wekî Erdogan kurtaj dê çawa bê qedexekirin, zarokên biçûk dê çawa mecbûr bimînin bizewicin û sîstemekî darazê ya çawa bê avakirin dibêje tê. Ji ber vê yekê em jin jî ji sîstema serokdewletiyê ya ku li hemberî jiyanên me desthilatdariya zilam asayî dike re divê bibêjin na."
Osmanagaoglu herî dawî diyar kir ku hewldanên sererastikirinê qanûnî ku AK Partî 5 salên dawî ye dide rawestandin jî tevgera jinan e, li hemberî sîstema serokdewletiyê jî helwesta wan zelal e ew ê ji bo vê yekê xebatên xwe bimeşînin.
Necla Demîr-dîhaber