‘Xetereya’ 56 sal e mezin dibe: Patrîa, Mînerva, Marîa Teresa

STENBOL - Xwişkên Mîrabela yên li dijî dîktatoriya Trujîllo têkoşîneke bêhenpa dan û hatin qetilkirin, bi navên xweyên “Minminîk” baskên xwe ji bo azadiyê vekirin, welat bi welat têkoşîna wan pêl bi pêl belav bû. jinên ala wan a berxwedanê rakirin, di her qadê de piştgiriya xwe xurtkirin û îro jî ev têkşîn berdewan dike.

3 xwişkên wekî Mîrabel tên zanîn, di nava Tevgera Guhertina Civakî de dest têkoşînê kirin û li dijî rêveberiya faşîst a Komara Domînîkê ya Trujîllo berxwedaneke bêhempa dan meşandin. 3 jinên berxwedên ji ber têkoşîna xwe di 25’ê Mijdara 1960’î de hatin qetilkirin. Li ser qetilkirina 3 jinên têkoşer re 55 sal derbas bû. Ev 3 jinên hatin qetilkirin 3 xwişkên bi navê Marîa Teresa, Mînerva Argentîna û Patrîa Mercedes ên wekî Xişkên Mîrabel tên zanîn bûn. Ev 3 jin bi têkoşîna xwe tirs kirin dilê dîktatorê bi navê Rafael Trujîllo, lê ji bo jinên cîhanê bûn mînaka herî mezin.

TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA LI DIJÎ DÎKTATORIYÊ

Xwişkên Mîrabel li herêm Cîbas a Komara Domînîkê hatine dinê û wekî Xwişkên Mîrabel tên naskirin, têkoşîna xwişkan bi avakirina Tevgera Clandestîne ya ji hêla xwişka wane bi navê Patrîa ve destpê dike. Patrîa piştî di sala 1960’an de ev tevger ava kir, xweşkên xweyên bi navê Manerav û Marîa Teresa jî tevli vê tevgerê dibin û ev tevger dibe tirsa dîktatorê bi navê Trujîllo. 3 jinên bi têkoşîna xwe derdikevin pêş, rastî gelek zextan tên û tên girtin. Lê tundî û girtin jinan ji têkoşîna wan nade paş, li ser berxwedana jinan Trujîllo êdî rêbazên hovane ên îşkenceyê di 25’ê Mijdara 1960 dixe dewrê. Xwişkên Mîrabel ji hêla dîktatoriya Trûjîllo ve rastî êrîşa zayendî tên, piştre wekî ku di qezayeke trafîkê de miribin, ew dide li ser bûyere bide girtin. Salek piştî qetilkirina 3 jinan, tevgera hatî avakirin dawî li dîktatoriya Trujîllo tîne.

TÊKOŞÎNA WAN LI CÎHANÊ BELAV BÛ

Ji wê rojê heta niha di ser 25’ê Mijdarê de têkoşîna jinan a azadiyê li her dera cîhanê tê pîrozkirin û ew roj ji bo jinan bûye wekî sembol. Jinên Amerîkaya Latînî 3 xwişkên ji bîr nekirin û di 25’ê Mijdara 1981’an de li Domînîkê kom bûn lijneyek li darxistin. Bi darxistina lijneyê, roja 25’ê mijdarê wekî roja ‘Lanetê’ û “Roja Piştgiriya Navneteweyî û Têkoşîna Li dijî Şideta li Ser Jinê” hat îlankirin. Piştre ev roj ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve wekî “Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Ji Bo Şideta Li Dijî Jinê Ji Holê Rakirinê” hat îlankirin.

LI HER DERÊ CÎHANÊ HEMAN RÊBAZ

Jinên li her dera cîhanê bi tundiyê re rû bi rû dimînin û bedena wê tê mêtingerkirin, îro jî heman şidet berdewam dike. Bêguman ev zext, îşkence û îstismarên li dijî jinê, li Tirkiyeyê jî di asta herî jor de ye.

DI 10 MEHAN DE 220 JIN HATIN QETILKIRIN

Bi daneyên sala 2016’an re jî derket holê ku şidet, tacîz û komkujiyên li dijî jinê li Tirkiyeyê pir zêde bûne. Li gorî daneyên Bîanetê, di 10 mehên sala 2016’an de, herî kêm 220 jin ji hêla mêran ve hatine qetilkirin, li dijî 65 jinan êrîşa zayendî pêk hatiye, 104 jin hatine tacîzkirin; li dijî 352 zarokên keç îstismara zayendî pêk hatiye; 282 jin jî şidet dîtine. Bêguman ev ên têne zanîn in.

ŞIDETA ZAYENDI A DI BIN ÇAVAN DE

Ji derveyî şideta mêr, şideta hêzên dewletê jî gelekî zêde bû. Jinên ji ber remanên xwe hatin binçavkirin, li dijî vîna wan êrîş pêk hat. Dîsa bi qanûnên îstihdamê yên wekî ‘mizgînî’ didin jinan re, bi taybetî li Kurdistanê, di bin çavan de êrîşên zayendî gelekî zêde bûn. Dîsa bi Biryarnameyên Hikmên Qanûnî (KHK) û OHAL’ê re, êrîşên li dijî jinan gelekî zêde bûn.
Dîsa xala 213’emîn a Qanûna Dadgehên Ceza ku kesa rastî êrîşa zayendî hatiye, dixwaze bi bersûc re bizewicîne, ji hêla AKP’ê ve hat qebûlkirin.

BI QANÛNAN KÛR DIKIN

Her wiha “Bernameya Parastina Nufûsa Dînamîk û Malbatê” ya di meha çileyê de ji hêla hikumeta AKP’ê ve hatibû aşkerakirin, bû qanûn. Qanûna ku îdia dike, “şertên sist” ji bo jinên welidî ne tîne, di cewhera xwe de hêj zêdetir jinan bê ewlehî dihêle. Tê gotin ku heke jinên memûr zarokan biwelidînin, dê ji ber “dayikbûna” wan a yekemîn 2, ji ber dayikbûna 4 û ji ber dayikbûna piştê wê, dê xebata ku bi rojane dikin, “dê ji mafên wanên malî û civakî tu qutbûyîn pêk neyê.” Saziyên jinan li dijî vê qanûna ku jinê di malê de hepis dike, gelek çalakî pêk anîn, lê hikûmetê ji awartebûna pêvajoyê ev qanûn jî qebûl kir.

BI QEYÛNÊ VÎNA JINAN TUNE KIRIN

Bi hewldana derbeya 15’ê Tîrmehê re û bi îlana OHAL’ê re, KHK’ên ku hatin derxistin bandoreke neyînî li ser jinê kir û bi hezaran jin ji kar hatin avêtin. Dîsa bi qeyûmên avêtin ser şaredariyên DBP’ê re, vîna jinê hat xespkirin.

BÊTEHMÛLIYA LI DIJÎ HILBIJÊRAN
Pergala mêrî ya ku bi vê jî têr nebû, êrîşî HDP û DBP’ê kir û Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel, Berdevka KJA’yê Ayla Akat û gelek wekîlên jin hatin girtin.

KOMELEYÊN JINAN MOHR KIRIN
Bi derxistina KHK’ên nû re Ajansa Nûçeyan a Jinan (JINHA) hat girtin. Dîsa bi girtina ÎMC TV’ê re bernameya jinan a Mor Bulten û bi girtina Hayatin Sesî TV’ê re bernameya Ekmek ve Gul ji holê hatin rakirin. Herî dawî bi girtina 370 komeleyî re, gelek komeleyên jinan jî hatin girtin.

HEMÛ JINÊN CÎHANÊ MINMINÎKA BI BÎR TÎNIN

Her çendî bi qanûnên KHK’ê re bixwazin jinan bê deng bikin jî dîsa jî têkoşîna azadiyê berdewan dike. Jinên ku îro têkoşîna 3 xwişkan berdewam dikin, li dijî şidet û xespê li her derî di berxwedanê de ne. Hin jin li dijî şideta mêr di parastina cewherî de ye, hin jin li Rojava di çeperên şer de li eniya pêş têkoşîna xwe dide. Dê îsal jî di 25’ê Mijdarê de di serî de li Kurdistan, Tirkiye û li tevahiya cîhanê jin li qadan bin û xwedî li mafên xwe derkevin.