AMED - Di pêşengiya Meclîsa Jinê ya DBP'ê de jinên Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê, têkildarî girtina saziyên jinan û êrîşên li diji destkeftiyên jinan, li salona Vetad Aydin a Rêxistina DBP'a Amedê gihiştin hev. Di civînê de Endama Meclîsa Jinê ya DBP'ê Fatma Kaşan destnîşan kir ku jin dê hevsengiya Rojhilata NAvîn biguherînin.
Meclîsa Jinê ya DBP'ê dê têkildarî girtina saziyên jinan û êrîşên li diji destkeftiyên jinan, dê bi beşdariya jinên Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê li salona Vetad Aydin a Rêxistina DBP'a Amedê bi silogana "Gihiştina Jinan" civiyan. Gelek nûnerên saziyên jinan ên hatin girtin, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Parlamenterên Jin ên HDP'ê, ji parlamentoya Ewropa Julie Ward, ji Partiya Şoreşger û Koordînasyona Enternasyonal a Rêxistinên Irmela, Nûnerê Konferansa Jinên Cîhanê Suzanne Bader, Endama Parlamentoya Baskê Oihana Echevarrieta Legrand, Parêzera Mafên Mirovan a Îngîlîstanê Melanie Gingell, Nûnera TCEP'ê ya Kibrisê Falka Paşa û gelek nûneren saziyên jinan ên Tirkiye amade bûn.
‘EM DÊ TEQEZ AZADIYA JINAN BI DEST BIXIN'
Di civîna ku coşek mezin serdest bû. Jinan govend gerandin û di govendê de bê navber siloganên “Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin. Civînê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzgirtinê dest pê kir. Endama Meclîsa Jinê ya DBP'ê Fatma Kaşan axaftina vekirinê kir û diyar kir ku di têkoşina azadiya jinêde herî zêde niha êrîş pêk tên û wiha got: "Di dîroka têkoşîna azadiya jinê de herî zêde niha rastî êrîşên dijwar tên. Jin bi hezar salan têkoşîna azadiya jinê dimeşînin. Em wekî şopdarê vê têkoşînê îro li vir in. Em di ferqa rol û rista mîsyona xwe ya dîrokî de li vir in. Em dê teqez vê têkoşîna azadiyê bi dest bixin û em dê bigêjin azadiya xwe. Em vê sozê didin didin jinên ku di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dan û bedel dane."
‘LI DIJÎ JIN Û CIVAKÊ ÊRÎŞ HEYE'
Kaşan, da zanîn ku kedkar, tevgera jinan û hemû gelên bindest modernîteya netew-dewlet qebûl nakin û li dijî vê hişmendiyê dest bi têkoşînê kirine. Kaşan, dazanîn ku ji ber vê hişmeniya netew dewlet di sedsala 21’an de li dijî hişmendiya netew dewlet a hişk moderniteya demokratîk pêş ketiye û wiha got: "Jinan li dijî hişmendiya baviksalarî Bîrdoziya Rizgariyê ya Azadiya Jinê pêş xistin. Şerê li Rojhilata Navîn pêş dikeve ne tenê girêdayî rewşa Rojhilata NAvîn e. Pêşeroja 100 salan ji nûve ava dikin. Li vê herêmê komên radîkal tên avakirin û bi piştgiriya netew dewletan xwe pêş dixin. Nûnerên Netew Dewlet dibêjin: "Ger ku hûn li Rojhilata NAvîn tevgera jinê ya azadiyê rawestînin hûn dikarin di sedsala 21’an de rol bilîzin." Ji ber vê yekê li dijî civaka Rojhilata Navîn û Jinê êrîşan zêde dikin. Politikaya li dijî gelê kurd tê meşandin bi tevahî polîtîkaya komkujiyê ye. Em vê êrîşê, ji rêzê nabînin."
‘EM DI ASTA STRATEJİK DENE'
Kaşan, herî dawî destnîşan kir ku pergala heyî xwe bi koletiya jinê li ser piyan dihêle û wiha got: "Li hemberî me pergala ku hebûna xwe li ser koletiya jinê ava kiriye heye. Em di pêvajoyek wisa de rol didin ser xwe. Em niha di ast û nokteya stratejik de cih digirin. Yê ku li Rojhilata Navîn hevsengiyê biguhere têkoşîna azadiya Jinê ye. Ji ber vê yekê êrîşek tomyekun heye. Di vê pêvajoyê de KJA hat girtin. Hevalên me yên jin hatin girtin.”
Piştî Kaşan nûnerên jinan ên cîhanê yek bi yek derket ser dikê û axivîn. Beşdaran bê navber siloganên “Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" Hevdîtin bi axaftinan berdewam dike.