AMED- Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di civîna jinan a li Amedê axivî û wiha got: "dikarin avahiyan mohr bikin û deriyên wan kilît bikin lê dinakin tu caran kilîtê li ziman û têkoşîna ne bidin." Jinên ku ji Ewropayê hatine jî şoqa ku li hemberî tiştên li Tirkiyeyê dîtine vegotin.
Bi pêşengiya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) li Amedê gelek nûnerên saziyên jinan ên hatine girtin di "Hevdîtina Jinan" de hatin cem hev. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li vir axivî û wiha got: "Jinên serkeftî, zana, berxwedêr û azadiya xwe dixwazin dê li dijî vî feraseta zilam serê xwe netewînin."
'DIKARIN AVAHIYÊN ME KILÎT BIKIN LÊ...'
Guven berxwedana li Kobanê, Şengal û Mûsilê bi bîr xist û wiha berdewam kir: "Dikarin avahiyan lohr bikin û deriyên me kilît bikin lê tu caran nikarin ziman û têkoşîna me kilît bikin. Hûn henû ji bajar û welatên cuda hatin. Dibe ku cihên ku hûn hatine cude be lê têkoşîn û berxwedana me hevpar e. Bi salan e konsepta dewletê ya nehatiye guhertin heye. Digotin em ê yên li ber xwe didin li kolanan bikujin. Gotin qey ê me bi kuştinê biqedînin, kuştin, girtin lê nekarin biqedînin." Guven destnîşan kir ku bêyî jinan tu caran serkeftin nabe divê jin barê pêvajoyê hilbgirin, divê berxwedan mezin bibe û li her derê belav bibe.Guven destnîşan kir ku dibe ku niha rojên tarî heye lê dizanin ku dojên ronî nêzîk in.
'HEDEFA AKP'Ê JIN IN'
Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît jî wiha axivî: "Em jin li dijî faşîzmê ji berxwedanê hêzê digirin. Em slavê ji hevalên xwe yên zindanê re dişînin. Ew ne tenê ne. Em ê tu caran destkeftiyên xwe teslîmê sîstema AKP'ê nekin. Bi rojan e li kolanan berxwedan tê hunadin. Jin hemû baş dizanin ku hedefa yekem a AKP'ê jin in. Bila AKP û dijminên jinan bizanibin ku em ê tu caran jê têkoşîna xwe venegerin ji qadan xwe nekişîin. Rojên berxwedanê li pêşiya me ne. Têkoşîn jî berxwedan jî serkeftin jî dê ya me be."
Piştre jinên ku ji bajarên cuda hatine jinên li salonê silav kirin, jinên ku jirtîne silav kirin. Ji Parlamentoya Ewropayê Julie Ward jî diyar kir ku 3 hefte ye li Amedê ye çavderiyên wê hene, bi taybetî jî li hemberî qanûna têkîldarî zarokan tê xwestin bê derbaskirin wê şoq kiriye û wiha axivî: "Ez ê li PE'yê û deverên din kampanya û çalakiyan li dar bixim. Em vegeriyan serdema navîn. Tişta ku di sedsala 21'emîn de divê ji hişê xwe derbas neke dê li parlamentoya Tirkiyeyê bê dengdan. Li gorî min ev nêzîkatiyekî li dijî şaristaniyê ye û em ê li PE'yê li dijî vî seknekî nîşan bidin."
Endama Sinn Feinê Cara Mc Shane jî diyar kir ku li Amedê rewşa şer a li Îrlandayê dîtine û wiha berdewam kir: "30 salên dawî ne li Îrlandayê şer heye. Li dijî emperyalîzma îngilizan têkoşîna ku em didin heye. Duh êvarê polîsên ku min li kolanên Amedê dît Îrlanda anî hişê min. Ji bo Tirkiye demokratîk bibe û ji bo aştiyê Abdullah Ocalan bê berdan. Cih û mîsyona têkoşîna jinan a Tirkiye û Kurdistanê pir bi qîmet e. Berxwedanekî ku em hêzê bigirin heye."
Li bendê ye ku encamname bê aşkerakirin.