Qeyûman li Wanê berî her tiştî sazî û dezgehên jinan girt

WAN - Piştî Qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin û şaredariyên din ên Wanê yên DBP'ê hat kirin, berî her tiştî sazî û dezgehên jinan girt. Qeyûmê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê, Mirûriyeta Polîtikayên Jinê, meclîsa jinê, komîsyonên jinan, navendên perwerdehiya derûnî, aborî, çandê yên jinan, kooperatif û stargehên jinan yek bi yek girt û mohr kir.

Piştî qeyûm tayînî şaredariyên DBP'î yên Wanê hatin kirin saziyên jinan yek bi yek girtin û mohr kirin. Qeyûmên tayînî şaredariyan hatin kirin saziyên jinan ên di bin baneyên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, Rêya Armûşê, Artemêt, Qelqelî, Erdîş, Elbak, Şax û Bêgire berî her tiştî saziyên jinan girt û cih û warên wan mohr kir. Heta niha saziyên jinan ên di bin baneyê şaredariyan de xismeta derûnî, civakî, abori, çandî, pîşeyî dimeşandin û Xebatên Kooperatif û meclîsa jinê dimeşandin ji aliyê Qeyûmê ve hatin girtin.

4 HEVŞAREDARÊN JIN GIRTÎ NE

Piştî qeyûm hat dayînkirin Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Hatice Çoban, Hevşaredara Bêgirê Safure Guneş, Hevşaredara Şaxê Evin Keve û Hevşaredara Artemêtan Rojbin Çetin Sevil û hevşaredara Rêya Armûşê Aygul Bidav ji peyvirê dûr xistin. Hevşaredarên Erdîşê Diba Keskin, Qelqeliyê Handan Bagci, Serayê Zilan Aldatmaz û Çardêranê Suna Atabay ji niha girtî ne.

SEROKATIYA DAÎREYA POLÎTÎKAYÊN JINÊ GIRT

Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê yekem car di sala 2015’an de Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê ku xizmeta wekheviya zayendîya civakî bike û rê li pêşiya tuniyê bigire, pirsgirêkên aborî, çand, tenduristi û cuhadiyê ji holê rake hat avakirin. Di bin baneyê Daîreya Polîtîkayên Jinê de Midûriyetên Têkoşina li dijî Tundiya li ser Jinê, Perwerdehiya Jinê, Midûriyeta Pêşxistina Aboriya Jinê hatin vekirin. Lê qeyûmê Serokatiya Daîreyê girt.

DI SALEKÊ DE 179 KESÊN RASTÎ TUNDIYÊ HATIN SERÎ LI WAN DA

Hemû xebatên Serokatiya Daîreya polîtîkayên Jinê li Navenda Jiyana Jinê ya Rojin hatin meşandin. Ji bo piştgiriya derûnî, aborî, çandî û pîşeyî perwerdehî hat dayîn. Dîsa kurs hatin dayin. Li vê navendê 42 jinan debar kir. Li vê navendê kargeriyên hunerê destan, seramik, berik, tevn hatin vekirin. Li vê navendê 150 jin bûn xwedî pişe. Di sala 2015'an de 218 jinan serlêdan kir. 179 jinên rastî tundiyê 11 jinên rastî îstîsmarê hatin serî li navendê dan. Di salekê de perwerdehiya wekheviya zayenda civakî da 572 jin û 40 mêran.

Piştî Hevşaredar Bekir Kaya hat girtin, Qeyûm Walî Îbrahim Taşyapan, hat tayînkirin. Qeyûm Taşyapan berî her tiştî Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê girt. Piştre mala Starê (Stargeh) girt. Xeta Hawara li diji tundiyê girt. Hemû xebatên Navenda Jiyana Jinê ya Rojin rawestand. Hemû komîsyon û meclîsa jinê ya di bin baneyê şaredariyê de fesih kir.

KARÊ 150 JINAN JI DESTÊ WAN GIRT

Cîgirê Walî Onder Can ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Rêya Armûşê hat kirin jî tabelaya Midûriyeta Polîtîkayên Jinê rakir û xebatên midûriyetê bi dawî kir. Bazara Keda Jinê girt û dawî li xebata 150 jinên li vir kar dikir anî. Li Parka Şengalê ya Jinê ya Rêya Armûşê peyva Şengalê jêbir.

YEKÎNEYA POLÎTÎKAYÊN JINÊ GIRT

Li navçeya Qelqeliyê jî bêyî hincet nişan bide, Qeymeqam Serdar Karal ku wekî qeyûm hat tayînkirin bêyî hincet nîşan bide Yekîneya Polîtîkayên Jinê rawestand. Navenda ku di 2015'an de hat vekirin derst dida 18 xwendekaran. Li Kreşa Kurdî ya Alan ku 3 mamosteyan dersta kurdî dida girt. mohr li deriyê wê xist.

Yekîneya Polîtîkayên Jinê ya Qelqeliye ku projeyên Çilek û sîran xistibû meriyetê. Qeyûmê ev yekîne girt û Midûra yekîneyê Civaknas Neslihan Şedal ji kar derxist.

MIDÛRIYETA POLÎTÎKAYÊN JINÊ GIRT

Qeyûmê tayînî Şaredariya Artemêtê hat kirin Cîgirê Walî Îbrahim Ozkan jî berî her tişti Midûriyeta Polîtîkayên Jinê girt.

KARÊ 60 JINAN JI DESTÊ WAN GIRT

Qeyûmê tayînî şaredariya Erdîşê hat kirin Mehmet Şirin Yaşar, jî berî her tiştî Midûriyeta Polîtîkayên Jinê ya Erdîşê fesih kir û rê li pêş xebatên jinê yên perwerdehiya derûnî, civakî û aborî girt. Kargeriya Bûka Baranê Bez Bebek girt. 60 jinên li vê kargeriyê dixebitî betal man.

Têkildarî mijarê Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wan, Artemêt, Qelqelî, Bêgirî, Rêya Armûşê û Erdîşê agahî nedan.

Nîmet Olmez - dihaber