COLEMÊRG - Li Colemêrgê jinên esnaf Sevda Keskîn û Ozlem Atay, bi aşxaneya xwarinên herêmî danasîna xwarinên herêmî yên Colemêrgê dikin. Jinan diyar kirin ku jin hez bikin dikarin her tiştî bi ser bikixin.
Li navenda Bajarê Colemêrgê esnafên bi navê Sevda Keskin û Ozlem Atay bi armanca danasîna xwarinên herêmî û debara malbatê aşxaneya ku vekirine rasti eleqeyek mezin tê. Jinên ku Xwarinen Herêmî ya Hera vekirine ji aliyê welatiyên herêmê ve rastî eleqeyek mezin tên. Jinên esnaf bi vê aşxaneyê hem danasîna xwarinên herêmê dikin, hem debara malbatê dikin û hem çanda xwarinên herêmî didin jiyandin. Jinan bi derfetên xwe û piştgiriya Serokatiya Daîreya Kargeriyên Navîn KOSKEB) aşxane vekirin debara 4 kesan li vir dikin.
‘EM BI XWE BAWER BÛN Û EM BI SER KETIN'
Nanpêş û esnaf Atay, diyar kir ku hem di aliye xwarinê de û hem jî di aliyê hilberînê de di nava şêwirmendiyê dene û wiha got: "Me dizanîbu keda me tê ecibandin. Lê em tam ne bawer bûn ku karê aşxaneyê bikin. Piştre me baweriya xwe bi xwe anî û me biryara xwe da. Piştî me biryar da em bi ser ketin. Em ji hemû beşên civakê bertekên erêni distînin û ev ji bo jinan bûye hêvî. Me dît ku bi vî karî me rê li pêş gelek jinên din vekir. Gelek hevalên me yên jin hatin bi me şêwirîn."
'JIN BIXWAZE DIKER HER TÎŞTÎ BIKE'
Esnaf û nanpêş Keskin ji diyar kir ku wan bi derfetên kêm dest bi karê aşxanê kir û wiha got: "Me baweriya xwe bi xwe anî. Ger ku jin bixwaze dikare her tiştî bike. Em jî ji vê yekê bawer dikin. Em rastî gelek pirsgirêkan hatin û me hemû derbas kirin. Me nişan da ku jin bi tifaq û bi xwe bawer be dikare her tiştî bike. Em du jinên hevalên hev hem dixwazin bibin model û hem jî dixwazin pêşengiyê bikin. Em dibêjin bila ji xwe bawer bin û bi biryar bin. Ger jin bixwaze dikare her tiştî bike."