Meclîsa Jinan a DBP’ê: Li dijî pergala Yek Zilam ‘NA’

AMED - Meclîsa Jinan a DPB'ê têkildarî referandumê li navenda Giştî ya DBP'ê civîna çapemeniyê pêk anîn. Di daxuxaniyê de li dijî eniya "yek zilamî" bang li jinan kirin ku di eniya "Na" de xwe bi rêxistin bikin û di ber xwe bidin.

Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî pêvajoya referandûmê li Navenda Giştî ya DBP’ê civîneke çapemeniyê pêk anî. Endama Desteya Rêveber a Navendî Fikriye Aytîn li ser navê Meclîsa Jinan daxuyanî da û got: "Sîstema serokdewletiyê" Tirkiyê 100 salî bi paş ve dibe." Aytîn diyar kir, ‘sîstema serokdewletiyê" ku bi hevkariya AKP-MHP’ê anîn rojeva gel, berevajî tiştên ku têne gotin, li Tirkiyê wê kaos û krîzê girantir bike. Aytin, da zanîn ku bi darbeyeke bi ser vîna gel de wekîlên jin û hevşaredar hatin girtin, bi sedan saziyên jinan bi awayekî nehiqûqî hatin girtin. Aytin di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku pêdivî bi hişmendiya çareseriyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan heye û wiha got: ji bo jiyaneke nû, mirovahiyeke nû û aştiyeke nû divê azadiya Abdullah Ocalan bikeve rojevê. Aytin diyar kir ku tekane rêya ku rejîma dîktatoriyê asteng bike, ku bi xwe re yekparêzî, nîjatparêzî, zayendîparêziyê tîne, çareseriya pirsa Kurdan e." Aytin herî dawî bilêv kir ku her kes dibêje ‘na' û wiha gotinên xwe bi dawî kir: "Em bang li jinan dikin ku nîvê civakê ne, li dijî destûra yekparêz, nîjatperest, zayendparêz têbikoşin. Divê destûra nû cihêtiya teşeyên jiyanê nas bike, azadîxwazê jinê be û ên vederkirî jî bibîne. Em jin li dijî vê rejîma dîktayê dikarin eniya ‘NA’ birêxistin bikin û asteng bikin. Em weke Meclîsa Jinan a DBP’ê li dijî eniya ‘yek zilamî’’ bang li jinan dikin ku di eniya ‘NA’ de bibin yek û li ber xwe bidin."