Edaleta ku zilaman diparêze!

STENBOL - Li Tirkiyeya ku şîdet gihijtiye asta herî jor, zilamên ku hevjîn, hezkirî û jinên ku pêşniyara zewaca wan red kirin qetilkirin ji aliyê dadgeriya ku bi mekanîzmayên edaletê yên zilam dixebitin tên parastin. Parêzer Ezgî Duman, da zanîn ku ji qereqol û salonên dadgehê ne zilam jin dê çawa bawer bikin dê edaletê bibînin û biryarên dijî jinan nayên dayîn.

Jinên ku di nava jiyana civakî de, jiyan, mal, dibistan, malbat, cihên wan ên kar û kolan ji aliyê zilaman ve tên bi şekilkirin, îsal jî ji aliyên biçûk bigire heta yên mezin bûn hedefa zilaman. Jinên ku li mal û jiyana xwe de li her qadê li dijî zextan hewl didin berxwe bidim, her wiha ji bo xwedî li mafê xwe yê jiyanê derbikevin têdikoşin.

Jinên di her qadên jiyanê de rastî şîdeta zilam-dewletê tên, gelek caran derketin kolanan, bertekên xwe anîn ziman û ji bo xwe ji şîdetê biparêzin, mecbûr man cureyên xweparastinê pêş bixin. Li Tirkiyeya ku rojek bêyî şîdeta jinê derbas nabe, ji bersûcên zilam re “tehrîka bêmaf” çend sal ceza tê dayîn û bi hincetên “xwestek” û “helwesta rêzdar” cezayê wan tê kêm kirin. Heman mekanîzmaya edaletê jinên xwe li dijî şîdetê parastine û mafê xwe yê rewa bikaranîne ji nedîtî ve hatin.

33 KESÊN JIN QETIL KIRIN NE HATIN DÎTÎN

Li gorî çeteyên şîdeta li dijî jinan a Bîanetê, zilaman di 10 mehên sala 2016’an de herî kêm 220 jin qetilkirine, êrîşa zayendî li dijî 169 jinan pêk anîne, 352 zarok îstîsmar kirine û şîdet li dijî 282 jinan pêkanîne. Ji zilamên ku jin qetilkirine tenê 28’an cezayê muhebetê girtin û 33 zilamên jin qetilkirin jî ne hatine dîtîn. Gelek qetilkirin jî ligel ku biryara parastinê heye jî hatin kirin û gelek gilî jî piştî jin hatin qetilkirin ketin meriyetê.

JI BO XWE BIPARÊZIN MECBÛR MAN BIKUJIN

Îsal jî li aliyekê şîdeta zilam zêde bû li aliyê din jî jinên ku êdî tehemûlî şîdetê ne kirin xwe bi parastina rewa parastin.

Hinek jinên xwe bi parastina rewa parastine wihane:

*Li navçeya Saray a Tekîrdagê di 3’ê Îlonê de Sîbel Taylan, hevjînê xwe E.T. ê ku nîqaş di navabera wan de derket mecbûr ma ku bikûje. Taylan ku hat girtin, di îfadeya xwe de wiha got: “Di saetên êvarî de sermest hat malê ji ber wê di navbera me de nîqaş derket. Wê demê cêr ji min re kirin û hekaret li min kirin.

*Li navçeya Bayrak a Îzmîrê di 5’ê Cotmehê de Behiye Ozmen, hevjînê xwe Suleyman Ozmen ku di navbera wan da nîqaş derket kevir li serê wî xist û kuşt. Ozmen ku hati girtin di îfadeya xwe ya dayî polîsan de wiha dibêje: “Ez rastî şîdetê dihatim. Heta niha her wî dikir îro jî min kir.”

*Li navaçeya Konaka Îzmîrê Nîhan T., di 28’ê Çileyê de, hevjînê xwe Emrah Coşkun T. yê ku şîdet lê dikir bi çekê kuşt û di îfadeya xwe de wiha got: “Emrah Coşkun T. her tim li min û herdu zarokên min dixist.”

2 JINÊN PARASTINA REWA BIKARANÎN HATIN BERDAN

Di 10 mehên sala 2016’an de jinên ku ji bo xwe ji şîdeta zilam biparêzin mecbûr man wan bikujin di dozên parastina rewa de yên k udi çapemeniyê de hatin dîtin pêşketin çêbûn.

Jina bi navê Damla Kutulu ya ku mecbûr ma hevjînê xwe Fîkret Kutulu ku 15 sal şîdet li wê kir kuşt, di doza ku bêgirtî dihat darizandin de beraet kir. Çîlem Dogan ku ew jî ji ber hevjînê xwe kuşt rastî 15 sal cezayê girtîgehê hat ji ber di raya giştî de deng veda li pêşberî 50 hezar lîra hat berdan. Jina bi navê Yasemîn Çalat ku ew jî rastî şîdeta hevjînê xwe hat û mafê xwe yê parastina rewa bikaranî, di rûniştina 6’emîn a 8’ê Îlonê de ji bo bê zanîn ku cînayet ji ber mafê parastinê hatiye kirin an re ji Saziya Tipa Edlî rapor hat xwestin û ev salek zêdetire rapor ji dadgehê re ne hatiye şandin.

Zilamên di 10 mehên sala 2016’an de herî kêm 220 jin hatin qetilkirin, li dijî 282 jinan şîdet bikaranîn bi hincetên cûda cezayên wan hatin kêm kirin û ew doz wihane:

KÊMKIRINÊN ‘REWŞA BAŞ’

*D.H. yê ku di 26’ê Nîsanê de li Edeneyê xwişka xwe Ozgecan Arslan (23) û zavayê xwe Bekîr Arslan'ı (27) bi çekê kuşt, ji sûcdariya “ji ber toreyê kuştiye” du caran cezayê girankirî yê heta netayê yê girtîgehê lê hat birîn. Ji bersûc re “kêmkirina ji ber rewşa baş” hat dayîn û “cezayê muhebetê” lê hat birîn.

*Sala bihûrî li Îzmîrê O.B. (52) yê ku dergistiya xwe Serap Çîçek (32) xeniqand û xwest wekî întîzar bide nasîn li doza li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran de ku bi “cezayê muhebetê” dihat darizandin ji ber “rewşa baş” cezayê muhebetê vegerandin 25 salan.

* Li Muglayê di 10’ê Îlona 2014'an de Y.T.Ç. yê ku hevjîna xwe Zehra Çoban qetilkir û wekî întîxar da nîşandan, di doza bi daxwaza “cezayê muhebete” li Dadgeha Cezayê Giran a Fethiyeyê hat dîtin de ji ber “rewşa baş” cezayê wî hat kêmkirin û 21 sal cezayê girtîgehê jêre hat dayîn.

JI DARAZA NÊR PÊŞNIYARA BERDANÊ

Di meha Îlonê ya bihûrî de jina bi navê Ayşegul Terzî ji ber şort li xwe kiribû di otobusê de rastî êrîşa Abdullah Çakiroglu hat. Ji ber bertekên jinan, bi sucdariyên “li dijî bawerî, hizir û huriyetê bûye asteng”, “gel arasteyî kîn û dijminahiyê kiriye yan jî biçûkxistin”, “bi zanebûn birîndarkirin” û “heqaret” doza bi giştî 2 sal 7 meh heta 9 sal 4 meh cezayê girtîgehê jêre tê xwestin hat vekirin. Çakiroglu ku bi girtî tê darizandin, di danişîna yekemîn de ji ber got “Fermanên Quranê” û xwe parast serbest hat berdan. Lê li ser îtîrazan, Çakiroglu hat girtin û carek din hat berdan.

ZILAMÊN KU HATIN BERAETKIRIN

Di 2016'an de di kuştinên jinan de ji ku kujeran yek hatberaetkirin û di êrîşên îstîsmara zayendî de ji du sûcdaran herdu jî hatin beraet kirin

Ji wan dozan hin jê wiha ne:

* Li Edeneyê A.B. yê ku li dijî buka xwe E. B. êrîşa zayendî pêk anî û hat girtin, li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê hat beraet kirin.

* S.A. yê li Edeneyê di 2'ê Sibata 2015’an de Yasemin Kaya qetil kir, rastî 5 sal û 8 meh ceza hat. Di 15'ê Hezîrana 2014'an de Îbrahim Aras jî wekî qatil hat darizandin, lê li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê hat beraet kirin.

* Di 2012'an de li Zonguldakê H.T: yê li dijî Y.B. îstîsmara zayendî pêk anî Li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Zonguldakê û piştre hat beraet kirin.

'DARAZ JI MÊR DERBAS NABE'

Parêzera Feminist Ezgi Duman,diyar kir ku di nava salekê de li gorî dozên ku wê û hevalên wê şopandin mêr nayên cezakirin û wiha got: "Daraz ji bo mêr derbas nabe. Ger ku jin beşdarî pêvajoyê nebe jî biryar tên dayîn. Tevgêra jinan ên ku dixwazin beşdarî dozê bibin li gel hemû astengiyan dîsa tev li dozan dibin."

Duman, anî ziman ku her sal 5 jin tên qetilkirin kujerê wan serbest tê berdan û wiha berdewam kir: "Em her roj bi bûyerên nû re rû bi rû dimîn. Li gel hemû karên zêde em dozên wan dişopînin û salonên dadgehan vala nahêlin.

‘EM ÇAWA BAWER BIKIN KU DÊ EDALET CIHÊ XWE BIBÎNE'

Duman, destnîşan kir ku ji bo ew zanibin doz di leh ango elehê jinan de bi encam dibe tenê li encama dozên salekê binere bes e û wiha got: "Ji ber rewş wisa ye em nikarin bawer bikin ku dê doz di lehê jinan de bi encam bibe. Em dibînin ku ji ber halê baş mêr dîsa tên berdan û disa sûc dikin. Em dibînin ku mêr ji daxistin û kêmkirina ceza sûdê digirin û teşwîkî cezayê din tê kirin. Hikûmeta AKP'ê bê navber pesnê xwe dide ku ceza zêde dike. Lê dema Ozgecan hat kuştin û zagona Ozgecan anî rojevê û tenê kujerê Ozgecan darizandin. Lê ev ne mersela kesekî tenê ye. Divê pergala darazê bi tevahî ji hişmeniya mêr xwe rizgar bike."

Duman herî dawî peyam da ku dê di 25'ê Mijdarê de li dijî tundiya mêr û tundiya dewletê bêtir dengê xwe bilind bikin.