WAN - Seroka Komeleya Parastin Jiyîn û Nûjenbûyîna Jinên Sereyê Hamide Yeni, balê kişand şideta li dijî jinê ya bi pêvajoya OHAL'ê re piştî girtina komleyên jinan zêde bû û ji bo rêxistinbûyîneke hîn zêdetir bang li jinan kir.
Li Wanê, bi taybetî bi pêvajoya Rewşa Awarte (OHAL) re di 2 mehên dawî de Şehriban Dinç û Kader Ozdemir di encama şideta mêrî de jiyana xwe ji dest dan, 3 zarokên berasteng rastî îstismara zayendî hatin û pitikek di encama îstismara zayendî de jiyana xwe ji dest dan. Seroka Komeleya Parastin Jiyîn û Nûjenbûyîna Jinên Sereyê Hamide Yeni balê kişand ser vê îstismar û şideta li dijî jinê û zêdebûna vê şidetê bi girtina saziyên bi KHK'yan û bi tayînkirina qeyûman hatin girtin re girêda.
‘PIRGIRÊKÊN NEHATIN ÇARESERKIRIN XWE DAN DER'
Yeni, balê kişand ser nêvenga pevçûnî ya ji havîna 2015'an ve didome û di warê jinan de encamên wê yên xwe didin der dest nîşan kir û anî ziman ku, divê li hemberî tehdîta heyî jin bêtir xwe bi rêxistin bikin. Yeni, dest nîşan kir ku bi nêvenga pevçûnî ya didome pirgirêkên jina û zarokan, tevî pirgirêkên din ên welat bûne û anî ziman ku, bi hezaran pirsgirêkên nehatin çareserkirin bi pêvajoya OHAL'ê re xwe dane der. Yeni, dest nîşan kir ku kesên ji dîrokê ve heta niha hukmî civakî dikin pêşî dixwazin jinê têxin bin serweriya xwe û wiha got: "Çimkî jin civakê ava dikin. Girtina gelek saziyên jinan, zêdebûna şideta li dijî jin û zarokan hemû ew bûyerên têkildarî hev in û hev dişopînin. A rast em dikarin bêjin hemû li heman xalê teqiyan. Şideta bi destê mêrî nebes e îjar bi destê mêr jinan rûberî hev dikin. Mînaka wê ya herî baş li Meclîsê di navbera parlementerên jin de xwe da der."
‘ŞEHRİBAN TENÊ MÎNAKEK E'
Yeni, diyar kir ku li pêş şideta dijî jinan tevdîrên baş nayên girtin û komele û saziyên ku di vî warî de xebat dimeşandin hatine girtin û wiha axivî: "Mînaka vê ya herî berbiçav; li ber çavê zarokên xwe kuştina Şehribanê ye. A rast dema mirov li mirina van jinan dinihêre, tengasî ne di qanûnn heyî de ye, tengasî xwe di birêvebirin û venihartina van qanûnan de xwe dide der. Ma qey jinên ji bo wan biryara parastinê hatine dayîn qet niakrin bên venihartin? Bi hezaran mirov ji ber parvekirinên xwe yên civaka medyayî tên şopandin, lê jineke ku ji bo wê biryara tevdîrê hatiye dayîn nayê şopandin. Li vî bajarî Şheriban hîn mînakeke biçûk e, gelek jin bi heman rewşê re rû bi rû ne. Ev rastî ji bo hemû jinên wleat drebasdar e. Ji xwe bêcezatî pirgirêkeke din e, kujerên jinan bi cezayên zaf komîk xelas dibin."
‘GRTINA VAKAD'Ê LI JINAN ŞIKESTINEK PEYDE KIR'
Yeni, got li herêmê girtina saziyên jinan, li jinan bûye cihê şikestinekê û wiha domand: "Li vê herêmê VAKAD'ê bi salan ked da, saziyeke ku jinan piştevaniya wê dikir û baweriya xwe pê dianî. Rû bi rû bi dehan jinên rastî şidetê dihatin re hevdîtin çêdikir, ji bo wan dibû çareserî. Girtina wê li gel jinên herêmê bû cihê şikestineke cidî. Beriya çend salan jî xwestin VAKAD'ê bigirin, lê wê demê gel destûr neda. Niha jî miorv ji vê rewşê ne kêfxweş in, lê ji ber pêvajoya OHAL'ê tu kes nikare derkeve û tu mekanîzmayeke ku îtiraza xwe lê bike nabîne."
‘MA DÊ NAVENDA JINÊ BI BÎRDOZIYA MÊR BÊ BIRÊVEBIRIN'
Yeni, diyar kir ku di salekê de 179 serlêdanên şidetê li Navenda Jiyanê ya Jinê ya Rojînê ya piştî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatin kirin û xebatên wê hatin rawestandin hatibûn kirin û wiha domand: "Rojîn ew sazî bû ku di warê amdî û manewî de ji bo ji her cure pirsgirêkên jinan re bibe çareserî tevdigeriya. Niha em ji Rojînê re nikarin bibêjin 'Navenda Jiyanê ya Jinê', çimkî her çi qas hemû xebatkarên wê jin bin jî, lê niha gerînendeyê wê mêr e. Ev rewş me jinan nerihet dike, lê em nizanin dê çi bibe. Ma dê êdî ev navend bi bîrdoziya mêrî bê birêvebirin? Dê rengê jinê neyê nîşandan. Dema jin diçin saziyeke jinê, dixwazin muxatabên wan jin bin, ne mêr. Wisa difikrim tu jinên li wir dixebitin divê vê rewşê qebûl nekin."
‘DIVÊ JIN BÊTIR BI HEV RE BIN'
Yeni, dest nîşan kir ku li dijî zêdebûna şidetê divê bi rêxistinên civaka sivîl ên bajrê re tevgerîn û hilberandina çareseriyan hebe û wiha domand: "Saziyên jinan bên girtin jî, em ê li vî bajarî têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo jinan tu tişt neguherî, ji xwe bi salan e ew rastî vê çewisandinê tên. Sazî û dezge tune bin jî, em ê li taxan, li malan li gel jinan bin. heta divê hemû saizyên jinan, xebatkarên wan bêtir li gel hev bin. Ji bo vê me xwest em Konseya Bajêr bilivînin û me xwest em li wir nîqaşa pirsgirêkên xwe bikin. Dema em hatin gel hev, walîtiyê daxwaza hemû belgeyan kir. Sedema xebatek wisa ew bû ku, di vê pêvajoyê de em ji bo pirgirêkên jin û zarokan bibin bersiv."