'Em ê li qadan 'Na'yê bi rêxistin bikin'

AMED - Parlementera HDP'ê ya Mûşê Burcu Ozçelik, got ew ê di pêvajoya referandûmê de tevî jinan li qadan "Na"yê bi rêxistin bikin.

Parlementera HDP'ê ya Mûşê Burcu Ozçelik, diyar kir ku Qanûna Bingehîn a nû hebûna jinê nahesibîne û dubare kir ku, ew ê li dijî vê kampanyaya "Na"yê bi rê ve bibin. Çelik a balê kişand girtin, binçavkirin û çewisandinên li ser HDP'ê jî bi bîr xist ku, ev ne polîtîkayeke nû ye.

‘DÊ NA BIBE DESTPÊKEKE NÛ'

Çelik, anî ziman ku bi rastî jî pêdiviya Tirkiyeyê bi qanûneke bingehîn a dê ji pirsgirêkan re bibe çareserî heye û got, ji ber vê divê her kes bibêje "Na". Çelîk wiha domand: "Li Tirkiyeyê temenê qanûnên bingehîn ne dirêj in. Niha ya tê xwestin wê biguherînin jî temenê wê 30 sal e. Lê dê temenê ya niha dixwazin wê çêbikin ne ewqas be jî. Wek gelan divê em pêşî li vê bigirin. Di wê baweriyê de me ku dê di referandûmê de civak bi awayekî hêzdar bibêje 'Na'. Dê ev jî ji bo Tirkiyeyê bibe destpêkeke nû."

‘JINÊ NAHESBÎNE'

Çelik balê kişand ser polîtîkayên jinan ên AK Partiyê û wiha axivî: "Li Tirkiyeyê di hemû sepandinan de pêşî jinan hedef digirin. Polîtîkayên çewsîner û qetlîamkar pêşî li ser jinan tên meşandin. Divê jin vê baş bizanibin; di vê qanûna bingehîn de jin tune ne. Ji ber vê divê jin pêşengê vê pêvajoyê bin. Dê xwedî li xaka xwe, paşeroj û pêşeroja xwe derkevin. Em ê tevî jinan 'Na'yê bi rêxistin bikin."

‘EM Ê JI PERGALA KU JIYANÊ TENG DIKE BIBÊJIN NA'

Endama Dîwana Serokatiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Dilek Adsan jî balê kişand ser binpêkirina maf û azadiyên jinan û wiha axivî: "Em ê li dijî pergala ku jiyana me teng dike bibêjin 'Na'. Divê li gel hemû çewîsandin û şidetê jin vê baş bizanibin; heke ev qanûna bingehîn derbas bibe em hepsî nava çar dîwaran bên kirin. Dê nasnameya me, vîna me neyê hesibandin. Dê dîsa bedena me ji bo hinekan bê pêşkeşkirin. Dê civak bi paş ve biçe. Heke dê civakak azad bibe, ew jî bi hêza jinê ye. Ji ber vê, wek jinan divê em di vê pêvajoya referandûmê de bi awayekî çalak cih bigirin. Ji bo guherîn û veguherîna civakê divê barê dikeve ser milê me em bi cih bînin. Li gel hemû çewisandin, şidet û dorpêçkirinên OHAL'Ê jî divê em bi awayekî hêzdar bibêjin 'Na'."