Bi hinceta OHAL'ê jin asteng kirin

MÊRSÎN - Jinên ku xwestin balê bikişînin li ser binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa C a Tarsusê daxuyaniyê bidin û bi rayedarên girtîgehê ve hevdîtinê pêk bînin bi hinceta OHAL'ê hatin astengkirin.

Endamên Komîsyona Jinê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê û endamên Platforma Jinê ya Mêrsînê ku xwestin balê bikişînin li ser binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa C a Tarsusê li ber girtîgehê hatin cem hev. Piştî ku jin hatin cem hev dora girtîgehê bi wesayîtên zirxî û TOMA'yan ve hate dorpêçkirin. Jinên ku hatin cem hev xwestin ku bi îdareya girtîgehê re hevdîtinê pêk bînin. Lê polîsan bi hinceta Rêveberiya Awarte (OHAL) destur nedan ku jin daxuyaniyê bidin.

3 KES DI RANZEYEKÎ DE DIMÎNIN

Li ber girtîgehê ligel hemû astengiyan jî endama Platforma Jinê ya Mêrsînê Canan YUce axivî û diyar kir ku jinên li girtîgehê ji ber binpêkirinan 4 hefte ne dernakevin hevdîtinê. Yuce anî ziman ku di serî de mafê tenduristiyê yê jinan gelek mafên wan tên binpêkirin û li 3 ranzeyekî 3 kes dimînin. Yuce xwest ku îdareya girtîgehê dev ji van pêkanînan berde.

Piştî daxuyaniyê jinan li ber girtîgehê dirûşma "Pêkûtî me bêzan nakin" berz kirin û veqetiyan.