Hêrsa Jinan a li dijî pêşniyarnameyê îstîsmarê zêde dibe

NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan li Êlih, Amed, Mêrsîn, Kocaelî û Stenbolê li dijî "Pêşnûmeya Îstîsmarê" ku îktîdara Ak Partiyê bîne Rojeva meclîsê şermezar kirin û bertekên xwe anîn ziman. Li Enqereyê jî jinan xwestin bi jinên AK Partiyê re hevdîtin bikin ji aliyê zilamên AKP'î ve rastî tundî û gotinên “Hûn tecawizê dixwazin" hatin.

Hevparên Tevgera Jina Azad (TJA) ku duh li Amedê kom bûn û rêxistinbûna xwe îlan kirin, bertek nîşanî pêşnûmeya îstîsmara zayendî ya AK Partiyê dan. Jinan li dijî pêşnûneya "Sererastkirina îstîsmara zayendî" ku sibê li meclîsê bê niqaşkirin li Navenda Jinê ya Ekin Ceren daxuyanî dan. Jinan di çalakiyê dowîzên “Îstîsmara zarokan sûcê mirovahiyê ye", “Tecavuz nayê rewakirin" û “Riza biçûkan nabe" û “Em dest ji îstîsmarkarên zarokan bernadin." vekirin.
Xebatkara Navenda Jinê ya Roza Ruken Unsal, anî ziman ku pêşniyarname îstîsmara zayendî encama hişmendiya AKP'ê ye.

Unsal, destnîşan kir ku AKP 14 salin her dem îstîsmarê rewa nîşan dide û wiha got: "AKP berpirsiyarê kuştina ji sedî 400 kes in. AKP tecawiza li dijî jinê rewa nîşan dide. Bi vê pêşniyarnameyê îstîsmara li Ensar Vakfi rewa nîşan dide. Li Semsûrê 76 zarok rastî îstîsmarêhatin. Hemû zarok û jin di bin gefê dene Unsal, da zanîn ku ew vê pêşniyarnameyê bi tundî şermezar dikin"

KOCAELÎ

Sendîkaya Kedkaran (BUROSEN) û Platforma Şaxan a KESK'ê yên Kocaeliyê jî xwest AK Partî pêşniyarnameyê paşve bikişînin. Jinan li avahiya Şaxa BUROSEN'ê daxuyanî da. Berdevkê Demî yê KESK'a Kocaelî Gulizar Ateş, diyar kir ku ger pêşniyarname li meclîsê bê erêkirin dê 4 hezar tecawizkar bên berdan. Ateş, da zanîn ku hemû tundiya li dijî zarokan sucê mirovahiyê ye.

MERSÎN

Navenda Jinan a Îştarê jî bi heman armancê li avahiya komeleya xwe civîn pêk anî. Li ser navê jinan Midûra Xizmeta Malbat û Jinê ya Îştarê Fahriye Cengiz daxuyanî daû pêşnumeya AKP'ê şermezar kir. Cengiz, da zanîn ku ew vê pêşnûneyê qebûl nakin. Cengiz, bilêv kir ku ew tu polîtîkayan qebûl nakin.

STENBOL

Kluba Lêkolîna Jinan a Zanîngeha Bogazîçî û Kluba Folklorê ya Zanîngehea Bogazîçî di çarçoveya xebatên 25'ê Mijdarê de dê di 23'ê Mijdarê de li Salona Ozger Arnas a Zanîngeha Bogazîçî çalakî pêk bînin. Jinan anîn ziman ku dê di bin navê "Jinên Stranan dibêjin li dijî zext, tundî, şer" Sunum-Performans pêk bînin. Jinan têkildarî mijarê muzîsyen Roza Eskanazi, Nazan Oncel, Fairouz, Tina Turner, Ayşe Şan, Bergen, Googoosh dê li dijî tundî û şer stranan bêjin.

ENQERE


Li Enqereyê jî jinan xwest pêşnûmayê şermezar bikin. Jinan xwestin bi jinên AK Partiyê re hevdîtin bikin ji aliyê zilamên AKP'î ve rastî tundî û gotinên “Hûn tecawizê dixwazin" hatin. Jin dê sibê saet di 11.00’an de li pêş meclîsê daxuyaniyê bidin.

ÊLIH

Li Êlihê jî bi tevlêbûna endam û rêveberên DBP, HDP, TJA û nûnerên saziyên civakî li Kolana Gulistanê daxuyanî dan. Jinan xwest hemû jin di 25'ê Mijdarê de dakevin kolanan û dengê xwe bilind bikin. Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP'ê ya Êlihê Îkram Îrgî diyar kir ku dê di 24'ê Mijdarê de saet di 12.00’an de çalakiya bi navê “Sîyasî bi gel re tên cem hev" pêk bînin û xwest her kes beşdarî çalakiyê bibe.