ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Dilan Dirayet Taşdemir, diyar kir ku bi têkoşîna jinan re hilbijartinên 7'ê Hezîranê bi ser ketine û got, ew ê di xebata referandûmê de jî bi heman ruh û hestiyariyê "Na"yê birêxistin bikin.
Jinên kurd û sosyaslîst yên hatin gel hev, ji bo kampanyaya "Na"yê zend û bend badan. Jinên ku li eywana deklarasyona Meclîsa Jinê ya HDP'ê lê hat daxuyandin hatin gel hev, bi biryardayîna xurtkirina xebatan ji Enqereyê veqetiyan. Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê û Parlementera HDP'ê ya Agiriyê Dilan Dirayet Taşdemir, bi bîr xist ku hibijartina 7'ê Hezîranê bi têkoşîan jinê bi ser ketiye û diyar kir ku, divê jin bi heman ruhî rêxistinbûyîna "Na"yê jî bikin.
‘EM LI DIJÎ NAVEROK Û AWAYÊ WÊ NE'
Taşdemir, ragihand ku ew pêvajoya referandûmê wek pêvajoya çêkirina qanûneke bingehîn a demokratîk nanirxînin û got, pêşniyara heyî ya hem bi naverok û hem jî bi awayê hatiye amadekirin "otorîter û hemû raye dikevin destê yekesî" di xwe de dihebîne û ew vê sererastkirinê qebûl nakin.
Taşdemir ragihand ku, "rejîma yek zilamî" sererastkirineke ku li dijî azadiya jinê û li ser tasviye û înkara jinê hatiye amadekirin û got, ew ê li dijî van tasviyeyan tevî gel berxwedana jinê xurt bikin.
'EV QANÛNA BINGEHÎN NE REWA YE'
Taşdemir, bi bîr xist ku li Tirkiyeyê piştî derbeyan pêvajoyên amadekirina qanûnên bingehîn pêk tên û diyar kir ku, bi OHAL û KHK'yên ku piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê hatin îlankirin qanûna bingehîn a ku dixwazin çêbikin jî bera heman ferasetê ye. Taşdemir, got ji ber sererastkirin li dijî azadiyê ye û di şert û mercên ku 12 parlementerên HDP'î girtîne de hatiye amadekirin "xeyrî meşrû" ye. Taşdemir, dest nîşan kir ku li dijî vê sererastkirinê jin hem bi şexsî hem jî bi awayekî rêxistinbûyî dengê xwe bilind kirine û wiha got: "Me jî wek meclîsa jinan, bi 'Deklarasyona Na'yê ya îtirazên me tê de cih digirin dengê xwe anî ziman."
‘ENIYA JINÊ YA YEKBÛYÎ TÊ AVAKIRIN'
Taşdemir, dest nîşan kir ku ji bo enya jinê ya yekbûyî bê avakirin jin li ber xwe didin û wiha domand: "Di vê babetê de jin tên gel hev, têdikoşin û azadiyên xwe diqîrin. Lê ji bilî vê jî, jinên li ber xwe didin jî hene. Em ê ji niha û pê ve mal bi mal, tax bi tax, kuçe bi kuçe bigerin û vebêjin ku ev pakêt li dijî azadiyê jinê ye, dixwaze hemû destkeftiyên dîrokiyî yên jinê tasviye bike. Çimkî em baş dizanin, dema jin bibêjin 'Na' dê gelek tişt biguherin."
‘DIVÊ JIN 'NA'YÊ BIRÊXISTIN BIKIN'
Taşdemir, dî dîroka Tirkiyeyê de 7'ê Hezîranê wek xala werçerxê pênase kir û got, ev jî ji aliyê têkoşîna jinan ve hatiye afirandin û wiha domand: "Me got em partiyeke jina ne û bi vî awayî em daketin qadan. Jinan ref bi ref berê xwe da HDP'a ku destkeftiyên jinan bi awayekî berbiçav esas girt û di polîtîkaya pratîk de derxist holê. Em ê ji niha jî, di vê referandûmêd e jî ji bo jin xwedî li azadiya xwe, mafên xwe û destkeftiyên xwe yên dîrokî derkevin, dubare 'Na'yê birêxistin bikin û ji bo vê bang li hemû jinan dikin."