Ji bo Aziz Guler û Sêvê Demir...

ENQERE - Dayika Sêvê Demir û Aziz Guler jî beşdarî kampanyaya "Na"yê bûn. Her du dayikan ji bo bê zanîn ku zarokên wan badilhewa jiyana xwe ji dest nedane, ji bo têkoşînê bang li her kesî kirin.

Li Enqereyê, jinan, li Stenbolê hevgirtiyên HDK'ê daxuyandin ku ew ê kampanyaya "Na"yê birêxistin bikin. Di daxuyandina deklarasyonan jinan a Enqereyê de, gelek dîmenên rengorengo û dewlemend xwe dan der. Bi hêviya ku jinên berxwedêr afirand re dilşewatiya dayikan, cir û israra wan, kevneşopiya berxwedana ji bo zarokên xwe hemû gihaştin hev.

DU DAYIKÊN ŞERVAN

Di nav kesên li eywanê de Sakine Demir, dayika Endama Meclîsa Prtiyê ya DBP'ê Sêvê Demir a dema li navçeya Silopiya ya Şirnexê xebatên siyasî dimeşand û hat kuştin û Elif Guler, dayika şervanê Hêzên Azadiya yekbûyî (BOG) Aziz Guler ê li Rojavayê jiyana xwe ji dest da û 59 rojan cenazeyê wî li sînro hat rawestandin jî hebûn. Her du dayik, her du jin; xala wan a hevpar ew e ku kevneşopiya têkoşînê ji zarokên xwe wergirtine. Hema bêje li her plarformî, li her derî mirov çav van dayikan dikeve. Tenê ne ji bo girî, di heman demê de ji bo bangawaziya berxwedan û têkoşînê jî li her derî ne.

VÊ CARÊ JI BO 'NA'YÊ HATIN GEL HEV

Guler û Demir vê carê ji bo kampanyaya "Na"yê bi rê ve bibin hatin gel hev. Sakine Demir, a dixwaze demildest dawî li komkujî kuştinan bê bê wiha got: "Ji roja ku Erdogan bûye îktîdar heta niha qet deng ji bombeyan bilî nebû, çewisandin û êrîşên li dijî gelê kurd kêm nebûn û her çû zêde bûn. Polîtîkayeke li ser zilmê hatiye avakirin tê meşandin. Kurdan kuşt, şewitand, listikên xwe yên qirêj li ser gel da meşandin. Em ê tu carî van êşan ji bîr nekin. Her ku Sêvê, Fatma, Pakîze û kesên di vê rêçê de şehîd bûn tên bîra me, serê me bilind e. Heta sax bim ez ê her doza û têkoşîna wan bi rê ve bibim."

‘EM NAXWAZIN KOMKUJÎ ÇÊBIBIN'

Demir a got, "Em dibêjin 'Na', çimkî em bêedaletiyê naxwazin" diyar kir ku, jinên kurd tu carî dev ji nasnameya xwe, rengên xwe bernedane û her tim aştiyê diqîrin. Demir wiha bang kir: "Em jin tên gel hev û 'Na'yê diqîrin; çimkî êdî em naxwazin jin, zarok, ciwan bimirin. Her ku me got aştî em hatin kuştin, derbkirin. Lê belê me hêviya xwe winda nekir. Em ê tevî dayikên kurd, jinan dest bidin destê hevdu û vî welatî nedin destê kesekî tenê."

‘JI BO CENAZEYÊN ME LI SÎNORAN NEYÊN RAWESTANDIN'

Dayika Aziz Güler, Elif Guler jî sedemên "Na"yê wiha vegot: "Dema Aziz û Eylemê şehîd ketin, cenazeyên wan bi roja li sînor hatin rawestandin. Tevî hevrêyên wî bi têkoşîneke mezin bedena wî ya bêgiyan hat Tirkiyeyê. Piştî em şehîdên xwe wergirtin, me xwest hêvî zêde bibin, me xwest derî bên vekirin, da hin dayikên din vê êşa me nekişînin. Lê niha heman polîtîka li ser Muzaffer Kandemir tên meşandin. Parlementerên me, rojnamegerên me û kesên di vê oxirê de dixebitin girtî ne, çewisandin û pêkûtî hîn jî didomin. Bi salan e em dixebitin, kedê didin. Em ê keda xwe teslîmî zilamekî nekin. Ji bo şehîdên me li sînoran neyên rawestandin ez ê bibêjim 'Na'. Em ê mal bi mal, kuçe bi kuçe tevî jinan bigerin û sedemên 'Na'yê vebêjin."

Ayşe Surme - dîhaber