MÊRDÎN - Bazara Keda Jinê ya "Jiyana Bê Sînor" ku li ser sînorê Nisêbîn Qamişlo ji bo debara jinan bihata avakirin, ewil ji ber qedexeyê derketina kolanan a Nisêbînê hat astengkirin, niha jî piştî Qeyûm tayînî Şaredariya Nisêbînê hat kirin aqûbeta wê ne diyar e.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê xebatên Şaredariyê yên ji bo xizmeta gel demek dirêj e tên astengkirin. Piştî Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Nisêbîn wekî bajarê Jinê îlan kir, Şaredariya Nisêbînê ji bo jinan gelek xizmetên taybet xistin meriyetê. Hin xizmet jî hêj di asta projeyê de bûn. Şaredariya Nisêbînê ya DBP'î beriya qeyûm bê tayînkirin projeya Bazara "Jiyana bê sînor" a keda jinê amade kir û piştî qedexeyên derketina kolanan hat îlankirin destûr nehat dayîn ku bê vekirin. Bazara ku yekem car jinan debara xwe lê bikiriya vekirina wê rastî astengiya "Qedexeya derketina kolanan" hat. Piştî Qedexeya Derketina Kolanan" bi dawî bû jî vê carê Hevşaredra ji peyvirê hatin girtin û li şûna hevşaredaran qeyûm hat tayînkirin. Niha jî proje hatiye rawestandrin û aqûbeta wê nediyar e.
DÊ 70 JINAN DEBARA XWE LÊ BIKIRAYA
Şaredariyê armanc dikir ku vê bazarê têxe xizmeta jinan û jinên ku nikare debara xwe bikin li vê bazarê bi firotina fêkî, xwarin û zexîreyên xwezayî bifiroşe û bibe çavkaniya debara jinan. Bazara ku ji 35 beşan pêk dihat dê li her dikanekê 2 jin bixebitiyana. Dê li vê qadê 70 jinan debara xwe bikiraya û sînorê bi têlan û bi dîwaran li dora jinê hatiye pêçan bi vê bazarê rakirana.
QEDEXE BÛ ASTENG
Bazara ku ji gelek beşen pêk dihat û di tarza kooperatîfê di sala 2015'an de amadekariya wê qediya, ji ber Nisêbîn 7 caran derketina kolanan lê hat qedexekirin nehat vekirin. Bazar dê di 8'ê Adara 2016'an de bihata vekirin û dest bi îhaleyê bihata kirin. Lê ji ber di 14'ê Adara 2016'an de qedexe hat îlankirin û bi mehan hat dewamkirin. Di 11'ê Îlona 2016'an de qeyûm hat tayînkirin û piştî Qeyûm hat tayînkirin niha aqûbeta proya Bazara Keda Jinê ya "Jiyana Bê Sînor" ne diyar .e