ŞIRNEX - Jinên Botanî li Cizîrê bi daxuyaniyekê diyar kirin ku ew ê ji bo xevn û xeyalên azadiya jinê û li dijî dîktatoriyê di referandûmê de bibêjin "Na"
Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, Hevşaredara Silopî Emîne Esmer, Hevşaredara Qilebanê Zeynep Uren, Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Nûran Îmîr, Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Perîhan Agaoglû, endamên TJA'yê, Meclîsa Dayîkên Aştiyê yên Botanê û gelek jinan Batanî li Cizîrê kom bûn û têkildarî referandûmê daxuyanî dan. Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Perîhan Agaoglû daxuyanî xwend û diyar kir ku referandûma pêk bê tu çareseriyê ji bo civakê nîne û wiha got: "Guhertina Qanûna Bingehîn diyarkirina pêşeroja gelan e. Tê zanîn ku li hember gelê me polîtîqayên şer û qirkirinê tên meşandin. Bi vî esasî ve girêdayî pirsgirêkên civakê yên nasname, aborî, olî, kedê, ekolojî û bi taybetî jî azadiya jinê nayê afirandin. Di vê referandûmê de tu pirsgirêkên civaka me nayên çareserkirin."
Agaoglû makezagonên antîdemokratîk ên beriya niha hatine amadekirin bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di dîroka Tirkiyeyê de makezagonên ku hatine amadekirin bingehên xwe ji zihniyeta derbekar û tunekirina gelê kurd esas girtine. Ji makezagona ku 1924'an hatiye amadekirin heya niha di tu mekezagonan de pirsgirêka gelê kurd û mafên gelên bindest nehatine parastin. Makezagonên ku derbekadar amade kirine bi polîtîqayên desthilatdariyê pirsgirêkên demokrasî û çareseriyê xetimandine. Zihniyeta cûnta û darbeyê bi xwe re tunekirina azadiya gelan û polîtîqayên ewlehiyê hê zêde kir. Gelên mezlûm û bindest ji mafên mirovahiyê û azadiya xwe hatin dûrxistin."
REFERANDÛM NABE ÇARESERIYA PIRSGIRÊKÊN GELÊ KURD Û TIRK
Agaoglû bal kişand ser îtîfaka AKP û MHP'ê ya li ser Qanûna Bingehîn û axaftina xwe wiha domand: "Bi îtîfaka AKP û MHP'ê ev bê hiqûqî di meclîsê re derbas bû û niha dixwazin vê yekê bi referandûmê bi destê gel saz bikin. Ev qanûn ne li ser esasên çareseriyê tê avakirin. Ev pêvajoya qaşo referandûmê bi awayek der hiqûqî bi îtîfaqa AKP û MHP'ê di meclîsê re derbas bû. Bi referandûmê dixwazin ku ev yek were erêkirin. Ev yek bi tu awayî nabe bersiva çareseriya gelê me û gelên Tirkiyeyê."
JINÊN BOTANÊ DEKLERASYONA HDP, DBP, KCD, HDP Û TJA'YÊ ESAS DIGIRIN
Agaoglû da zanîn ku ew weke jinên Botanî deklerasyona tevahî ya HDP, DBP, KCD, HDK û TJA'yê esas digirin û wiha pêde çû: "Her wiha qanûnên niha di meriyetê li Kurdistanê bi taybetî herêma me Botanê talan, qir kirin, şewitandin, koçberkirin, qetlîamên jinê, cenazeyên ku bi maşineyên zirxî hatine kaşkirin û xerabkirina hezaran avahiyan bi xwe re anî. Em nikarin vê pergala nijadperest qebûl bikin û li hemberî van kiryarên rejîmê bêdeng bimînin."
JI QANÛNA NE MEŞRÛ RE EM DIBÊJIN "NA"
Agaoglû herî dawî got ku ew ê ji bo xewn û xeyalên azadiya jinê di referandûmê de bibêjin "Na" û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Li ser esasê vê rastiyê ji raya giştî re diyar dikin ku van kiryarên ku qewimîn em qebûl nakin, diqêrin û ji desthilatdariya nijadperestan re dibêjin, "Na" Li hemberî we jî em weke jinên Botanê ji desthilatdariya mêr re dibêjin "Na" Ji dîktatoriyê re dibêjin "Na" Ji makezagona ne meşrû re dibêjin "Na" Ji bo ku em xevn û xeyalên azadiya jinê pêk bînin û jiyanek hevpar biafirînin em dibêjin "Na"
ÎTÎFAQA AKP Û MHP'Ê ÎTÎFAQA ŞER E
Piştî daxuyaniyê Parlementera HDP'ê ya Şirnex Leyla Bîrlîk jî axivî û da zanîn ku îxtîdara AKP'ê bi tu awayî gelê kurd nasnake û wiha got: "Îxtîdara AKP'ê bi tevahî gelê kurd red dike. Îro îtîfaqa bi MHP'ê re kiriye, îtîfaqa şer e. Ji bo ku AKP'ê naxwaze hesaba şerê li Botanê bide niha bi awayek der hiqûqî dixwaze makezagonê biguhere."
Bîrlîk diyar kir ku qedera referandûmê di destê gelê kurd de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Niha çavên hemû kesê li gelê kurd e. Yê ku encama referandûmê diyar bike gelê kurd e."
Bîrlîk herî dawî ji bo ku bi şev û roj di nava civakê de bixebitin bang li jinên Botanê kir û axaftina xwe wiha dawî kir: "Divê her jinek Botanê, her dayîkek bi şev û roj ji bo gelê me bibêje "Na" xebatê bike. Em li ku bin, di nava kîjan civatê de bin divê em xebata referandûmê bikin û ji her kesî re bibêjin "Na"