STENBOL - Ji parêzerên Ocalan, Ebru Gunay qala gotina Ocalan a dema anîn Îmraliyê ya "projeya min a nîvco mayî" ya têkîldarî azadiya jinê û wiha got: "Pradîgmaya ku Birêz Ocalan li Îmraliyê pêş xist ji bo felsefeya azadiya jinê bû argumanekî bingehîn."
Di ser radestkirina Tirkiyeyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re 18 sal derbas bûn. Li gel vê gelek arguman jî hat bipêşxistin. Ji van argumanan ya herî zêde balê dikêşe jî, mijara azadiya jinê ye. Ji parêzerên Ocalan Ebru Gunay, nêrîna jinê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand.
Gunay, dest nîşan kir ku dema pirgirêka jinê, asta azadiya jinê bê nîqaşkirin, divê li argumanên felsefî yên Ocalan li Îmraliyê bi pêş xistine bên nihêrîn û wiha domand: "Pêvajoya 18 salan, a rast berdewamiya pêvajoya komployê bû. Gelê kurd bi çalakî û tewrên xwe ev komplo li valahiyê derxist, lê ji vê wirdetir Birêz Ocalan bi paradîgma, xebatên aştiyê yê bi pêş ve xistin, bi hêla xwe ya bîrdozî û felsefî di vê mijarê de bû bersiveke cuda. Ji bo felsefeya demokratîk, ekolojîk, azadîxwaz an jî di paradîgmaya pergala konfederal de bû argumaneke bingehîn. Bû yek ji dînamîkên bingehîn ê civatê. Vegotineke klasîk a çepgir, sosyalîstan heye; 'Piştî şoreş pêk bê, divê li ser pirgirêka azadiya jinê bê sekinandin.' Piştî hemû şoreşan jin, jinên li eniyan şer kirin, wan şandin malên wan, rolên klasîk ên jin û mêran domandin. Lê belê, ev di nav tevgera kurdan de bêtir guherî. Felsefeyeke bingehîn a ku azadiya jinê esas girt çêbû. Felsefeya rizgariya jinê, jîneolojî... Ev bûn binbeşên paradîgmaya Birêz Ocalan. Paradîgmayeke ku jinê çalaktir dike, tevdigerîne."
Gunay balê kişand ser gotina Ocalan a "pêşnûmaya min a nîvçemayî" ku dema wî anîn Girava Îmraliyê ji bo azadiya jinê gotibû, û wiha domand: "A rast ev têkildarî esasgirtina wî ya felsefeya azadiya jinê ye. Arguman bingehîn a têkoşîna jinên kurd e ku li refên herî pêş têdikoşin...Di nav pêvajoyeke 18 salan de beramberiyeke xwe heye. Yek ji argumanên bingehîn ê vê, lêkolîna zanista jinê-jîneolojî ye. Jinan bi jîneolojiyê re dubare argumanên serdestiya mêr nîqaş dikin. Mekanîzmaya feraseta nêrzatiyê ji nû ve dikin mijara nîqaşê. Di azadiya jinê de şopên wê yên şênber hene."
‘ARGUMANEKE MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK JÎ AZADIYA JINÊ YE'
Gunay, gotinên Ocalan ên "Ji ber heramsî (yê lîstikan xera dike) bûm ji Rojhilata Navîn hatim derxistin" bi bîr xist û wiha axivî: "Xerakirina lîstikan ne pêvajoyeke ku li ser polîtîkayên pratîk ên bi tena serê xwe, xêzkirina nexşeyan, pêvajo û taktîkên şerî ye. A rast hêleke vê ya pêvajoya argumaneke bîrdozî û felsefî heye. Ev jî lîstikê xera dike. Li Rojhilata Navîn di navbera modernîteya demokratîk û modernîteya kapîtalîst de rewşeke pevçûnî heye. Yek ji argumanên modernîteya demokratîk jî azadiya jinê ye. Modernîteya kapîtalîs a rast di esasê xwe de jinê hepsî malê dike, mêr 'serbest' ber dide, çanda tecawizê, çanda lîncê diafirîne. Lê li gel vê avayiyeke bîrdozî û felsefî ya her duyan wek hev pênase dike jî heye, ku cih tê jinê gavekê li pêştir pênase dike. Heramsîtî, xerakirina lîstikê ji vir tê."
'BAZARÊN KOLEYAN ÊN DAIŞ'Ê NE TESADUFÎ NE'
Gunay, anî ziman ku piştî modernîteya dmeokratîk li civakê beramberiyek dît, rastî êrîşan hatiye û wiha axivî: "Ev çend salên dawî li Rojhilata Navîn êrîşên DAIŞ'ê zêde bûn. Bi awayekî barbarî û wehşetî van êrîşan dike. Em li awayê sepandina wê ya jinê binihêrin. Di sedsala 21'emîn de jinên kurd ên êzidî li bazarên koleyan hatin firotin. Tişta xerîb û ecêb ev e ku, ji bilî kurdan tu kes li dijî vê nesekinî. Her kesî xwe li nedîtiyê danî. Ev ne tesadufî ye. Li hêlekê tu dibêjî jina azad, li hêla din jî li bazarên koleyan, li dijî azadiyê koletî, jinên tên firotin... Ev ne tesadufî ne. A rast ev qadên êrîşê yên pergala kapîtalîst in. Di salên dawî de tecawiz û lînc zêde bûn, mirov vana jî bi heman awayî dikare şîrove bike. A rast ev awayên êrîşî yên pergala kapîtalîst in... Ev, a rast li dijî xeta azadiya jinê pêngavek bû. Li dijî jiyaneke wekhev û azad, ji nişka ve bi destê DAIŞ'ê mara mûtayê ket rojeve me. Mara mûtayê awayê fermiyeta tecawuzê ye. Em nikarin wek tesadufê li vana binihêrin." Gunay a got, "Rizgariya jinê bi azadiya wê pêkan e" wiha got: "A rast ji bo her mirovî azadî bivê nevê ye."
‘ÎMRALÎ NE SEPANDIN E, PERGAL E'
Gunay wiha axivî: "Niha em di pêvajoyeke ku temamiya Tirkiyeyê veguheriye Îmraliyê de ne. Li Îmraliyê tecrdî ten ne li ser Birêz Ocalan û muwekîlên me yên din e. Ev pergalek e. Perçe bi perçe belav dibe û ji bo her kesî encamên nebaş bi xwe re tîne. A rast, divê li dijî vê pergalê bê rawestandin. rawestandina li dijî vê pergalê tê wateya têkoşîna aştiyê, tê wateya têkoşîna azadiyê. Dema mirov li rewşa giştî ya Tirkiyeyê dinihêre ji bo her kesî pêdivî bi şert û mercên tenduristî, azadî û ewlehiyê heye."